'Teqez emê hesabê kuştina Elçî bipirsin' 2016-11-28 13:28:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku hat xwestin di salvegera qetilkiria xwe de li ber Mînareya Çarling bê biranîn bi hinceta qedexe heye destur nehat dayîn. Di bîranîna ku li ber bariyerên polîsan hat kirin de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen got ku ew ê heta dawî xwedî li mîrateya Elçî derkevin. Li Îzmirê jî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çarling dema daxuyanî dida hat qetilkirin di salvegera qetilkirina xwe de ji aliyê rêveberên Baroya Amedê ve hat bibîranîn. Lê destur nehat dayîn ku bîranîn li Kolana Yenîkapi ya ku Elçî hat qetilkirin merasîm bê lidarxistin. Beriya merasîmê polîsan bi hinceta ku cihê Elçî hatiye qetilkirin qedexeye nexwestin merasîm pêk bê. Ji ber vê yekê bi destura ji Walîtiya Amedê hat girtin ve li têketina kolana ku Elçî hatibû qetilkirin merasîm pêk hat. Hevsero Elçî Turkan Elçî, parlamenterên CHP û HDP'ê, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, nûnerên partî û rêxistinên civakî yên sivîl, gelek parêzer beşdar bûn. Ji ber tevlîbûna zêde kolan tijî bû. Di merasîmê de parkarta bi kurdî û tirkî "Em te ji bîr nakin" hate vekirin. Di merasîma ku dirûşma "Tahîr Elçî bêmirin e" hat berzkirin de di saet 10.53'yan de rêz hat girtin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen li vir daxuyanî xwend û Elçî bi gotinên "Rêberê mazlûmên ku li edaletê digerin û dengê aştiyê bû. Tahîr Elçî di girtekên dadgehan de qêrîna yên hatine windakirin, dirayeta li tu cihê hil nayê" pênase kir. Ozmen destnîşan kir ku li ser mirina Elçî de salek derbas bû di va salekî de tiştên ku xwest asteng bike û ji bo vê jiyana xwe danî holê bi her awayî hat jiyîn û wiha berdewam kir: "Navendên bajaran hat rewşekî rawê jiyîn, bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da, bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe hatin kirin. Dîrok û mîrateya me ya çandî hat tunekirin. Di bin navê qedexeya derketina derve maf û azadî hatin rawestandin. Bi têkoşînên mezin mafên ku hatibû bidestxistin ji holê hat rakirin. Li şûna çareserî, muzakere û diyalogê şîdet û polîtîkayên ewlehiyê ketin dewreyê." 'HETA NEFESA XWE YA DAWÎ JI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD SÛD DA' Ozmen got ku Elçî her tim wekî rewşenbîr, parazvanekî mafê mirovan ji bo pêkanîna aştiya civakî tevgeriya û wiha axivî: "Bi pirsgirêkên civakî re bi taybetî jî ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin sûd da. Li vî cihê ku em lê ne heta nefesa xwe ya dawî jî ev kir. Bi tecrube û pêşditînên xwe ve roja kuj iyana xwe ji dest da ji bo aliyan banga bihistiyariyê kir." Ozmen bilêv kir ku ji ber tiştên ku li bajaran qewimî, pirsgirêkên li welat mezin bûn, pirsgirêkên nû derketin holê vî jî darbe li demokrasiya welat xist. 'EM Ê NEHÊLIN BIBE KIRYAR NEDIYAR' Ozmen di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em wekî Baroya Amedê, wekî dost û hevalên wî em ê careke din li vir dibêjin ku ji bo dosyaya Tahîr Elçî yê ku hemû jiyana xwe ji bo kuştinên kiryar nediyar ronî bibe têkoşiya, nebe kiryar nediyar têbikoşin û desturê nedin vê yekê. Her çiqas di nava saleke de ji bo dosyayê de pêşketinek çêbibe tiştek nehatibe kirin jî em ê bibin şopdarên dosyayê. bila gumana tu kesan nebe. Em careke din ji bo vê yekê soz didin, em ê xwedî li têkoşîna aştî, demokrasî, azadî û mafên mirovan bidomînin." QURNEFÎL AVÊTIN KOLANA KU HATE QETILKIRIN Piştî axaftinê hevsera Elçî, Turkan Elçî û kesên pê re qurnefîl avêtin li ser birandaya ku cihê qetilkirina Elçî li pişt wî bû û wêreyên wî danîn. di vî navberê de hin parêzeran jî qurnefîl avêtin kolana Mînareya Çarling. Piştî merasîmê parêzer û parlamenter jî di nav de bi sedan kes heta Baroya Amedê meşiyan. Di meşê de bi kurdî û tirkî dirûşma "Tahîr Elçî bêmirin e" "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Di nava rojê de ji bo Elçî merasîmên bîranînê birdewam bike. ENQERE Endamên Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz (OÇAV), bi minasebeta 1’emîn salvegera Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin li pêş edliya Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a hat girtin Selçuk Kozagaçli amade bûn. Li ser navê hiqûqnasan Seroka OÇAV ‘ê Nuray Ozdogan diyar kir ku der barê cînayetê Elçî de tu gav nehatiye avêtin û kujerên wî tên parastin. Turkdogan jî anî ziman ku êdî baweriya gel ji hiqûqê nemaye û xwest êdî ev yek bi dawî bibe. Selçuk Kozagaçli jî anî ziman ku ew dê têkoşin û doza Elçî berdewam bikin. Parêzerê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Alişan Şahin, jî anî ziman ku 5 xwendekarên beşdarî merasima cenazeyen Tahîr Elçi bûn hatin girtin. Şahin, soza da ku di riya Elçî de bimeşin û têkoşîna wî berdewam bikin. STENBOL Li Stenbolê jî platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, Koma Parêzerên Hemdem, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Hiqûqnasên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî û gelek hiqûqnas amade bûn. Parêzeran ji bo Tahîr Elçî li ber Edliyeya Stenbolê ya Bakirkoyê merasim pêk anî. Parêzeran di daxuyaniyê de pankarta "Em qasidê aştî û edaletê Tahir Elçî ji bîr nakin” vekirin û siloganên "Em hemû Elçî ne, Em bi kuştinê xelas nabin” û "Tahir Elçî rûmeta me ye” berz kirin. Di daxuyaniyê de prz. Leylahan Tuzel, anî ziman ku kujerên Elçî diyar in û wiha got: “Hempîşeyê me tu rehet razê. Em dê doza te bilind bikin. Heta ku kujerên te bên darizandin em dê hesap ji kujeran bipirsin. Piştî daxuyaniyê qurnefil danîn ser wêneyê Elçî. ÊLIH Li Êlihê di çalakiya "DEst nede îradeya min" a ji aliyê HDP, DBP û Tevgera Jinên Azad (TJA9 ve li cadeya Gulîstanê hat lidarxistin de Tahîr Elçî hat bibîranîn. Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran li vir axivî û diyar kir ku Tahîr Elçî ji bo aştiyê têkoşiyaye û wiha got: "Tahîr Elçî ji bo kuştinên kiryar nediyar ronî bibin têkoşiya. Wê rojê jî bi sekna xwe ya mirovane, bi dilê xwe yê ji bo aştiyê lê dida li ber Mînareya Çarling daxuyanî dida û rastî sûîqastê hat. Ji bo têkoşîna wî ya nîvcî ma çi ji destê me bê em ê bikin." Hevşaredara Qûbînê Dîcle Erdem jî ji peywir hat durxistin jî diyar kir ku Tirkiye ji pêvajoyekî awarte re derbas dibe û tiştên ku diqewimin pêvajoya darbeyê jî derbas kiriye. ÎZMÎR Hêzên ked û demokrasiyê yên Îzmirê jî bi heman armancê Parêzerê Kurdan Tahir Elçî bibîr anî. Di bernameya bîranînê de endam û rêveberên HDP, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, kedkarên azadî û demokrasiyê, parazvanên mafên mirovan, Baroya Îzmirê û gelek saziyên sivîl ên civakî beşdarî bernameya bîraninê bûn. Di bernameyê de wêneyê Tahir Elçî hat vekirin û pankarta 'Em te Jî bîr nakin' hat vekirin. Dîsa dowîzên "Tahîr Elçîe nemir e" û 'Qasidê Aştiyê Tahir Elçî" û "Kujer diyar in em dê hesab bipirsin" rakirin. Li ser navê komê Prz. Eylem Yildiz, diyar kir ku parêzerê kurdan Tahir Elçî ji ber ku di qanala televîzyonekê de got 'PKK ne rêxistina terorê ye' hat kuştin û wiha got: "Tahîr Elçî hem parazvanê mafên mirovanû hem jî parêzerê mirovahiyê bû. Tahîr Elçî parêzeriya dozên Lice, Temîzoz, Kuşkonar, Koçagili, Ugur/Ahmet Kaymaz, Roboskî kir. Tahir Elçî herî dawî li mîrateya mirovan, dîrok û çandê xwedî derket û li wir hat kuştin. Yê Tahîr Elçî qetil kir dê teqez hesab bide. Elçî tu caran ne bi tenê ye.