Xwîşk û birayê Ocalan îfade dan 2017-04-05 13:31:54 RIHA- Xwîşka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Xelfetiyê ji ber pîrozbahiya rojbûna Ocalan vekiribû de îfade dan. Xwişka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Xelfetiyê duh ji ber pîrozbahiya rojbûna Ocalan daye destpêkirin de li Fermandariya Cendirmeyan a Xelfetiyê îfade dan. Di îfadeya ku li Fermandariya Cendirmeyan a Xalfetiyê dan de li Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan pirsa posterên Ocalan kê li malê daliqandiye hate pirsîn. Piştî ku Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan îfade dan li Fermandariya Cendirmeyan a Xelfetiyê veqetiyan.