Di Roja Parêzeran de Tahîr elçî nehat jibîrkirin 2017-04-05 13:56:58 AMED - Baroya Amedê bi munasebeta 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran de li kolana Tahîr Elçî hat kuştin daxuyanî da û di daxuyaniyê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir ku ew ê mîrateya ku Elçî di têkoşîna mafên mirvan de daye xurtir bikin, têkoşîna demokrasî, aştî, edalet û mafên mirovan bi awayekî xurtin bidomînin. Baroya Amedê bi munasebeta 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran de li kolana Yenîkapi ya li navçeya Sûrê ya Amedê ya ku Tahîr Elçî hat kuştin daxuyanî da. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek parêzre beşdarî daxuyaniyê bû. Serokê Baroya Amedê Amhet Ozmen li vir axivî û got ku Roja Parêzeran di nava pirsgirêkên giran ên pîşeyî û civakî de, dîsa di tunebûne serokê wan ê ebedî Tahîr Elçî pêşwazî dikin. Ozmen destnîşan kir ku ji ber ku têkîldarî kuştina Elçî lêpirsînekî bi bandor û berfireh nehatiye meşandin, kiryar derneketine holê li vî kolanê daxuyanî didin. Ozmen got ku di salên dawî de li welat geşedanên neyînî yên diqewimin tenê ne di warê hiqûqî de di hemû beşên civakê de bûye sedama pirsgirêkên nû û wiha berdewam kir: "Di 28'ê Mijdara 2015'an de Serokê Baroya me Tahîr Elçî ev li noqteya ku em lê ne bi pêşdîtinekî bal kişandibû pirsgirêkên neyînî û di nava salek û nîv de ev pirsgirêk bi giranî hatin jiyankirin. Bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest da, qadên jiyanê hatin rewşeke ku nayên bikaranîn, bi sedhezeran mirovên me ji cih û warên xwe hatin derxistin, bi qedexeyên kolanan ve maf û azadiyên bingehîn, destkeftiyên demokratîk hemû hatin rawestandin." Ozmen di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: "Bi OHAL'ê re ji têkoşîna li dijî kesên hewldana darbeyê kirin wêdetir pêkanînên ku nîzama demokratîk ji holê rake, maf û azadiyên bingehîn asteng bike, muxalîfan biçewisîne derketin holê." 'TEKANE RIYA ÇARESERIYA PIRSÊRÊKA KURD DIYALOG E' Ozmen destnîşan kir ku bi pêvajoya şer a ku di 2015'an de dest pê kir ve di pirsgirêka kurd de dîsa şîdet û polîtîkayên ewlehîkra ketin dewreyê, girtina parlamenteran ji bo çareseriyê tiştekî nade berojavî jî pirsgirêkê bêhtir kurtir dike û îtibara welat di qada navneteweyî de kêm dike. Ozmen got ku ew wekî Baroya Amedê dibêjin ku bi polîtîkayên ewlehîkar ên ku tê meşandin ve pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, tekane riya çareseriya pirsgirêka kurd xurtkirina dialog û muzakereyê ye. 'JI BO EWLEHIYA SANDOQAN ÇI JI DESTÊN ME TÊ EM Ê BIKIN' Ozmen got ku di guhertina qanûna bingehîn a ku tê xwestin bê kirin di civakî de bendbedniyên nû diafirîne, guhertina ku tê kirin ruhê qanîna bingehîn a 1982'yan didomîne lê pêdiviya civakê bi qanûna bingehîn a demokratîk, sivîl û cudatiya hêzan esas digire heye. Ozmen diyar kir ku ew ê di referandumê de ji bo ewlehiya sandoqan û îradeya hilbijêran derkeve holê çi berpirsyarî dekve li ser milê wan bikin. Ozmen di dawiya axaftina xwe de go ku ew ê mîrateya ku Elçî di têkoşîna mafên mirvan de daye xurtir bikin, têkoşîna demokrasî, aştî, edalet û mafên mirovan bi awayekî xurtin bidomînin.