Sindoqên 2 taxên li Nisêbîne hatin guhestin 2017-04-05 14:05:25 MÊRDÎN - Sindoqên taxên Abdulkadir Paşa û Firatê yên Navçeya Nisêbînê veguhestin taxên cuda. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Nisêbînê, biryar da ku sindoqên referandumê yên li taxên Abdulkadir Paşa û Firatê yên Navçeya Nisêbîna Mêrdînê bibin taxên cuda. Li gorî biryara Lijneya Hilbijartinê dê sindoqên referandumê ya taxa Abdulkadir Paşa li Pirtûkxaneya Gel a Nisêbînê û sindoxên taxa Firatê jî li Lîseya Kiz Anadolu Îmam Hatîbê ya gundê Girnawazê bê avakirin. Bi vî rengî hilbijêrên taxa Abdulkadîr Paşa dê li Pirtukxaneya Gel û hilbijêrên Firatê jî dê li Gundê Girnewazê dengê xwe bikar bînin.