Li gund û gundikên Şemzînanê qedexe 2017-04-05 14:45:25 COLEMÊRG - Li gundek û 3 gundikên Şemzînanê "Qedexeya derketina devrve" hat îlankirin. Li gundê Şapatan û gundikên Dereboyu, Meydan ve Elde yên girêdayê Şemzînanê "qedexeya derketina derve" hat îlankirin. Walîtîya Colemêrgê hinceta qedexeyê wek "operasyon" da nîşandin û diyar nekir ku qedexe dê kengî bê rakirin. Her wiha hat zanîn ku duh saetên şevê helîkopterên ku ji Tumena 3'yemîn a Geverê rabû bi dehan tîmên teybetê ku cilên gerîla li xwe kirine danîne gundên Herema Oremarê Talanêzêbê, Eşawitê, Bazê û mintiqa Cîlo.