Çalakgerên Şakranê di roja 50'î de: Heta daxwazên me pêk bên berxwedan 2017-04-05 15:09:14 ÎZMÎR - Çalakgerên Greva birçîbûnê yên Şakranê di roja 50'î de çalakiya xwe berdewam dikin. Xwişka çalakger Zana Yaktin Muazzez Baykan, diyar kir ku çalakgeran destnîşan kirin ku ew bi biryarin heta daxwazên wan pêk bên çalakiya xwe berdewam bikin. Li Girtîgehên Şakranê yên Aliaga ya Îzmirê çalakiya greva birçîbûnê di roja 50'an de berdewam dike. Girtiyan bi riya xizmên xwe peyama biryara berdewama çalakiyê dan. Girtiyê 50 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de Zana Yaktin bi riya xwişka xwe Muazzez Baykan, agahi dan. Zana Yatkin, anî ziman ku heta tecrîd û qedexeya hevdîtinê ji ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ranebe û zextên li ser girtiyan bi dawî nebin dê çalakiya xwe berdewam bikin. Yaktin, anî ziman ku hebên vitamîn B1 nadin girtiyên greva birçibûnê. Xwişka Zana Yaktın Muazzez Baykan, anî ziman ku girtî ji ber di çalakiyê dene gelek kîlo dane û bi biryarin çalakiya xwe berdewam bikin. Baykan, da zanîn ku heta daxwazên wan pêk bên bi biryarin çalakiya xwe berdewam bikin û di xwest daxwazên girtiyan bi lezgîn bê bersivandin. ‘PAKAQÊN ÇAVÊN WÎ Û NEYNÛKÊN WÎ REŞ BÛNE Baykan, destnîşan kir ku piştî girtî ketine çalakiya greva birçîbûnê zextên li ser wan zêde bûne û wiha got: "Birayê min zana pir kîlo dabû. Niharibû li ser piyên xwe raweste. Her dem li heman cihî dinerî. wekî ku çavê wî nedidît. Bi biryarin heta dawî çalakiya xwe berdewam bikin. Rewşa wan êdî hatiye nokteyek xerab û divê bi lezgîn daxwaza wan pêk bînin. Em bang li hemû sazî û parazvanên mafên mirovan dikin ku daxwazên li hemberî daxwazên wan bêdeng nemînin."