Berhevkarên kaxezan: Em naxwazên li ber deriyê dewletê parsek bin 2017-04-06 09:12:36 MÊRSÎN- Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, ji fîrmayên berhevkirina bermayiyan, kirîna kaxezan a li berhevkarên kaxezan qedexe kiribû. Berhevkarên kaxezan li dijî vê biryarê bertek nîşandan û wiha gotin: "Em naxwazin biçin ber deriyê dewletê parsekiyê bikin." Sererastkirina nû ya Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, gelek kesên ku li kuçeyan bi berhevkirina kaxezan debara xwe dikin mexdûr kir. Bi vê sererastkirina qanûnî ya wezaretê re êdî qedexeye ku fîrmayên bermayiyan ji berhevkarên kaxezan kaxezan bikirin. Bi vê sererastkirinê heke fîrma ji berhevkaran kaxezan bikirin dê 140 hezar TL ceza li wan bê birîn. Piştî vê biryarê gelek berhevkarên kaxezan mexdûr bûn û li dijî vê bertek nîşan dan. Welatiyê bi navê Hayati Teke ê nêzî 20 salî ye bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike, diyar kir ku ji bo debara xwe ew kaxezan berjev dike û wiha axivî: "Bila heqê nanê min bidin, ez ê vî karî nekim. Heta niha kî heqê nan daye me, tu kesî nedaye. Bila bidin em ê dev ji berhevkirina kaxezan berdin." 'MECBÛR IM KU VÎ KARÎ BIKIM' Teke, anî ziman ku bi vê sererastkirina wezaretê re êdî ew zaf rastî şideta zabiteyan tên û wiha got: "Zabite erebokên me yên berhevkirina kaxezan desteser dikin û dişkînin. Herî dawî min bisqilêteke dutekelî kirî û niha bi vê biqilêtê kaxezan berjev dikim. Tu pîşeyeke min tu ne ye, nikarim wekî din tu karî bikim. Ma ez ê çi bikim. Fêda tu kesî li min tune ye, ez mecbûr im ku vî karî bikim." 'JI BO PÊŞEROJA ME MA FIKREK WAN HEYE?' Welatiyê bi navê Sabri Şahin ê her sibeh bi banga melê re ji bo berhevkirina kaxezan ji mal derdikeve jî wiha axivî: "Ez bi berhevkirina kaxezan kirêya mala xwe didim, mesrefên dibistanê yê zaroka xwe didim, pê debara mala xwe dikim. Em naxwazin biçin ber deriyê dewletê û parsekiyê bikin. Kesên dibêjin me berhevkirina kaxezan qedexe kiriye, gelo ji bo pêşeroja me fikrekî wan heye yan na?" ‘JI BO EM NANEKÎ BIBIN MALA XWE...' Hamid Masrî yê nêzî 4 sal berê ji bajarê Hesekê yê Rojvayê koçî Tirkiyeyê kiriye û kaxezan berhev dike jî anî ziman ku, li Tirkiyeyê kardêr kar nadin sûriyeyiyan û ji ber vê ew berhevkariya kaxezan dike. Masrî, diyar kir ku ew ji sibehê heta êvarî dixebitin û hemû hewldana wan ew e ku, tenê nan bibin mala xwe.