Sarialtun: 'Erê' derkeve em dê şensê xwe yê axaftinê jî winda bikin 2017-04-06 09:19:11 ÊLIH - Serokê Giştî yê Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê Orhan Sarialtun, dest nîşan kir ku ji bo gel nekeve bin înîsyatîfa kesekî tenê, ew ê wek TMMOB'ê ji bo "Na"yê bitêkoşin. Serokê Giştî yê Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê Orhan Sarialtun, 18 madeyên Qanûna Bingehîn ên dê berpêşî referandûmê bên kirin nirxandin. Sarialtun, anî ziman ku di van madeyan de gel tune ye û got, ji bo rêxistinên pîşeyî ji dewrê neyên derxistin ew ê ji bo "Na"yê têkoşîna xwe bidomînin. ‘DIVÊ CIVAK BI AWAYEKÎ ZELAL BIBÊJE 'NA'' Sarialtun, dest nîşan kir ku ji bo gel nekeve divê "Na" bê gotin û wiha axivî: "Madeyên vê referandûmê gel nahebîne. Dixwazin rêveberiyê veguherînin pergala yekzilamî. Wateya rêveberiya yekzilamî ew e ku dê gel têkeve bin înîsyatîfa kesekî tenê. Ev civakî rastî gelek mînakên vê hat. Yanî di demeke nêz de dît ku ev înîsyatîfên şexsî ka civakê çawa bin pê dikin. Ji ber vê divê civak di vê referandûmê de ji bo azadiya xwe bi awayekî zelal bibêje 'Na'." Sarialtun wiha domand: "Piştî pêvajoya 7'ê Hezîranê de çi hat serê vê civakê, wê demê diyar bû ku bê kesekî tenê biryarên çawa dide. Ji niha û pê ve zaf zelale ku dê çi bibe. Me li wê demê dît bê ka wê demê îktîdarek çawa hat şikandin. Me bi pêkanînên li herêmê dîtin ku bê çawa encamên hilbijartinekê nehatin qebûlkirin. Ji 7'ê Hezîranê ber bi 1'ê Mijdarê ve me wê travmaya bi civakê dan jiyîn dît. Ji bo vana tenê be jî 'Na' xwedîderketina li azadiya xwe ye." ‘HEKE 'ERÊ' DERKEVE TÊ WATEYA EM ŞANSÊ AXAFTINÊ TESLÎM DIKIN' Sarialtun, diyar kir ku ew li dijî rewşa heyî ne jî û divê ji bo vê jî "Na" bê gotin û wiha axivî: "Ma qey rewşa heyî baş e? Na, ji bo vê jî 'Na'. Lê piştî ku 'Na' derkeve ji bo demokrasiyek mayînde û ji bo hemêzkirina hemû civakan çi hewce be mirov dikare biaxive û nîqaş bike. Lê heke 'Erê' derkeve ev tê wateya ku em şansê axaftina xwe jî teslîm dikin. Ji bo em vî şensê xwe hebayî kêfa kesekî tenê nekin divê em li dor 'Na'yê bin." ‘DÊ SAZIYÊN KU SÎGORTAYA DEMOKRASIYÊ NE JI HOLÊ RABIN' Sarialtun, dest nîşan kir ku heke di referandûmê de "Erê" derkeve dê saziyên ku li ser navê civakê venêrînê dikin bi rîska jiholêrakirinê re rû bi rû bimînin û wiha axivî: "Niha em ber bi referandûmeke ve diçin. Ku refrandûmeke rîska wê ya ji jiholêrakirina rêxistinên kedê yên sîgortaya demokrasiyê yên wek STK û TMMOB'ê heye. Ji bo rêxistinên pîşeyî yên ji bo fêdeya civakê biryaran distînin û tevdigerin ji holê neyên rakirin û ji dewrê neyên derxistin em ê têkoşîna xwe ya 'Na'yê bidomînin."