Serokwezîr dê li ser enqaza malan mîtîngê li dar bixe 2017-04-06 09:19:45 ŞIRNEX - Li Şirnexê, dê di 7'ê Nîsanê de bi beşdariya Serokwezîr Binali Yildirim mîtinga referandûmê bê lidarxistin. Hat zanîn ku, dê mîtînga AK Partiyê li cihê malên ku di dema operasyonan de bi temamî hatibûn hilweşandin bê lidarxistin. Di çarçoveya xebatên referandûma 16'ê Nîsanê de, dê di 7'ê Nîsanê de bi tevlîbûna Serokwezîr Binali Yildirim li Şirnexa ku ji sedî 70 hatibû wêrankirin mîtînga AK Partiyê bê lidarxistin. Hat zanîn ku dê dê mîtînga AK Partiyê li Taxa Yeniyê ya di dema qedexeya derketina kolanan de bi temamî hatibû hilweşandin bê lidarxistin. Ji bo mîtînga AK Partiyê li bajêr ji niha ve tevdîrên mezin girtin û cihê mîtîngê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. 'JI BO JI GUNDAN WESAYÎT RABIN LI KEYAYAN GERIYAN' Hat zanîn ku, rêxistina AK Partiya Şirnexê ji bo ku ji gundên derdorê welatiyan veguhêzin qada mîtîngê yek bi yek bi riya telefonan li keyayên gundan geriya û ji wan xwestiye ku roja mîtîngê otobês ji wan gundan rabin. Keyayên ku telefon ji wan re hatiye vekirin, ev yek qebûl nekirine û bersiva, "Heke em bên em bi xwe rê dizanin" dane.