Rayeyên şaredariyên DBP'î yên Amedê hatin girtin 2016-11-28 15:22:19 AMED - Walîtiya Amedê rayeyên şaredariyên Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Egîl, Erxeni, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê û Yenîşehîr ên DBP'î yên Amedê girt û bi destura qaymeqamtiyan ve girêda. Li gelek şaredariyên DBP'ê qeyûm hatin tayînkirin, li gelek şaredariyên ku qeyûm nehatin tayînkirin jî xebatên şaredariyan bi destura qaymeyamtiyan ve hatin girêdan. Heman pêkanîn berê jî li şaredariyên DBP'î y3en li Rihayê xistibûn dewreyê. Di nivîsa ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve ji qammeqamtiyên navçeyan re hate şandi de hate gotin ku rayeyên şaredariyên DBP'î dewrî qaymeqamtiyan hatiye kirin. Di nivîsên ku ji şaredariyên Rezan, Bismil, Çinar, Pîran, Egîl, Erxeni, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Licê û Yenîşehîrê hatin şandin de wiha hat gotin ku rayeyên şaredariyan dewrî qaymeqamtiyan hatine kirin. Diyarbakır Valiliği tarafından ilçe kaymakamlıklarına gönderilen yazıda, DBP’li belediyelere ait yetkiler kaymakamlıklara devredildi. Bağlar, Bismil, Çınar, Dicle, Eğil, Ergani, Hazro, Kayapınar, Kocaköy, Kulp, Lice ve Yenişehir kaymakamlıkları ve belediyelerine gönderilen yazıda, şu karar bildirildi: Hat hînbûn şaredariyên ku navên wan derbas dibin dê di 30'ê mijdarê roja çarşemê li ber Şaredariya Peyasê têkîldarî mijarê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.