KCD: Li hemberî vê bê hiqûqiyê hestiyar bin 2017-04-06 13:57:51 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), tekildarî binçavkirina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyanî da û bang li saziyên navneteweyî kir ku li hemberî vê bêhiqûqiyê bi hestyarî tevbigerin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di 4'ê Nisanê de piştî pirozbahiya Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Amarayê hat binçavkirin, daxuyanî da. KCD'ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku ev pêvajoya ku têde derbas dibin her roj ber bi rewşeke gengeşî ve diçe û ev yek vediguhere serdemeke ku bêhiqûqî derdikeve asta herî jor. KCD'ê wiha got: "Ji ber armanc dikin ku bîrdoziya fermî ya dewletê ber bi sazîbûna faşîzmê ve diçe ev gengeşî kûrtir dibe, di heman demê de ji bo gelan jî bi berxwedan û têkoşîna xwe ber bi xisleta avakirina sîstema demokratîk ve diçe. Tifaqa AKP-MHP'ê her roj bêhiqûqiyeke nû dixin rojeva xwe û ev tifaqa qirêj ji bo dîktatoriyê bi zext, zilm, komkujî, tunehesibandin, binçavkirin û girtinan mafên mirovan tê binpêkirin. KCD'ê da zanîn ku ligel hemû zext, komkujî, tunehesibandin û binpêkirina mafan ên bi tifaqa AKP-MHP'ê tên jiyîn, ji ber tirsa ji sekna berxwedan û têkoşîna gelan e û wiha cih da daxuyaniyê: "Hemû pêkanînên ji bo îktîdarê tên jiyîn nikare vîna gelan têk bibe û ev yek gelek caran hatiye dîtin. Divê êdî ev dewleta ku vê yekê bi çavên xwe dîtiye dawî li van rêbazên xwe bîne. Divê em bi bîr bixin ku yên ku heta niha ev rêbaz bi kar anîne ew bi xwe tune bûne. Ligel ku tu hinceteke wan tuneye jî Hevseroka KCD'ê birêz Leyla Guven 2 roj berê bi awayekî bêhiqûqî hat binçavkirin û piştî derxistin dozgeriyê j, hêla dozgeriyê ve 6 rojan dema binçavkirinê hat dirêjkirin. Divê demildest birêz Guven serbest were berdan. Em radigihînin ku di van rojên ku bêhiqûqî zêde bûye de dawî li pêkanînên bêhiqûqî bînin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk diyar dikin ku li hemberî polîtîkayên zext, zilm, komkujî, girtin û çokdanînê bi gelê xwe û saziyên xwe re heta niha me çawa li ber xwe dabû, ji niha şûnde jî bi bilindkirina rêbazên demokratîk berxwedana xwe mezintir bikin. Em bang li hemû sazî û dezgên neteweyî û navneteweyî dikin ku li hemberî vê bêhiqûqiyê bi hestyarî tevbigerin."