Qedexeya li Şemzînanê hat rakirin 2017-04-06 16:23:03 COLEMÊRG - Qedexeya ku li gundek û 3 gundikên Şemzînanê hatibû îlankirin hate rakirin. Qedexeya derketina derve ya li gundê Şapatan û gundikên Dereboyu, Meydan û Eldeyê hatibû îlankirin, hate rakirin. Di daxuyaniya ku malpera Walîtiya Colemêrgê de hat gotin ku qedexeya ji ber operasyonan hatibû îlankirin hate rakirin.