Li Licê operasyona leşkerî 2017-04-06 16:30:17 AMED -Li çoltera Licê bi piştgiriya helîkopter û balafirên şer operasyona leşkerî dest pê kir. Li herêma di navbera gundên Derxus, Sîsê, Cenezur û Kerwasê ya navçeya Licê ya Amedê hat hînbûn ku operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Ji bo operasyona ku bi şev saet di 02.00'yan de dest pê kirin bi helîkopter û wesayîtên zirxî ve gelek leşker hatin sewqkirin. Di nava rojê de li herêma operasyonê dengê teqînan hat û tevgera balafirên şer hat dîtin. Dîsa li taxên ku operasyon hene noqteyên lêgerînê hat danîn û hatin û çûyînan de kontrola nasnameyan tê kirin.