Guven: Dawiya zilmê hat 2017-04-06 16:55:51 RIHA - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi şerta kontrola edlî hat berdan wiha got: "Dawiya vî zilmê hat. Ev gel dê azadiya ku heq kiriye bi dest bixe. 4'ê Nîsanê ji bo hemû gelan bila aştî bîne." Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li gundê Amarayê ya Xelfetiya Rihayê piştî pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate binçavkirin li Rihayê îfade da. Guven a bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" îfade da piştî hat berdan ji dîhaberê re axivî. 'OCALAN MISOGERIYA PÊŞEROJA KURDAN E' Guven got ku bi wê re 17 kesên din jî hatine binçavkirin û kesên ku hatine binçavkirin piranî welatiyên Amarayê bûn, ji ber daxuyaniya li ber mala Mehmet Ocalan dane hatine binçavkirin. Guven destnîşan kir ku fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya "Li Amarayê divê tu tevger nebe, pîrozbahî neyê lidarxistin" dabû û wiha berdewam kir: "Lê me şert da zorê û li wir bi mirovên xwe re daxuyanî da. Birêz Ocalan ê ku di dilê bi milyonan de cih girtiye roja rojbûna wî rojbûna gel e, pêşeroj û misogeriya gelekî ye. Ji ber vê yekê jî tu kes nikare 4'ê Nîsanê qedexe bike. Ev qedexe dê vegerin." Guven destnîşan kir ku bêhiqûqî hatine binçavkirin ew qereqol bi qereqol dane gerandin û wiha axivî: "Em ji ber ku li wir bûn hatin binçavkirin û bêhiqûqî 3 rojan ji qereqolê heta qereqoleke din hewl danku sûc biafirînin. Ji ber ku li holê sûc tunebû. Me li baxçeyê Mehmet daxuyanî da. Ji ber vê yekê jî tiştekî ku bibe sûc tuneye. Ji ber ku Dozgerê xelfetiyê nekarî sûc biafirîne, şan Dozgeriya Rihayê. Dozgerê Rihayê jî ji ber ku sûc nedît sewqî dadgehê kir. Dadger jî mecbûr ma berde." 'BILA 4'Ê NÎSANÊ PÎROZ BE' Guven rojbûna Ocalan pîroz kir û wiha got: "Hê jî li edliyeyan bi dehan welatî tên darizandin. Dawiya vî zilmê hat. Ev gel dê azadiya ku heq dike bi dest bixe. Bila 4'ê Nîsanê ji bo hemû gelan aştiyê bîne."