'Na dê bibe dermanê bajarên hatine xirakirin û şewitandin' 2017-04-06 17:03:16 NAVENDA NÛÇEYAN- Xebatên ji bo referanduma 16'ê Nîsanê bi serdan û hevdîtinên gel, belavkirina broşur û belavokan berdewam dike. Di axaftinên ku hatin kirin de hat gotin ku dengê "Na" dê bibe dermanê birînên Nisêbîn, Cizîr, Sûr û bajarên me yên din ên hatine şewitandin. ÊLIH Li navçeya Qubînê ya Êlihê hevdîtina gel pêk hat. Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Mîthat Sancar, Kadrî Yildirim, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Alî Aslan beşdarî bernameyê bûn. Welatiyan dirûşmên "Na" berz kirin. Baydemîr axivî û bang li gel kir xwest dengê "Na" bi kar bînin. Baydemîr diyar kir ku di paketa qanûna bingehîn de ji ber ku ziman, çand, hebûn û îradeya kurdan tune tê hesibandin dê bibêjin "Na" û wiha axivî: "Her 'Na'ya ku hûn dibêjin dê bibe dermanê birînên Nisêbîn, Cizîr, Sûr û bajarên me yên din ên hatine şewitandin. Em paketa ku hebûn û îradeya kurdan tune dihesibînin nas nakin û ji zilm û paketa wan re dibêjin Na." Piştî axaftinan konvoy ber bi Misircê ve derket rê. Hevparên Platforma Jinê ya Demokrasiyê ya Êlihê jî bi daxuyaniyeke aşkera kir ku ew ê di referandumê de dengê "Na" bi kar bînin. Gelek rêxistinên civakî ya sivîl, komele, ode û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Derya Aslan axivî û diyar kir ku jin ji dîrokê heta niha li dijî feraseta yekperest têdikoşin. Aslan wiha axivî: "Ji dîrokê heta niha desthilatdar ji bo teşe bidin civakê polîtîkayên xwe li ser jinan hewl dan ku bixin meriyetê. Mudaxaleyî kenên jinan jî kirin. Lê jin bi ken û îradeyên xwe ve li ber xwe dan, îtiraz kirin. Ew ê di referandumê de jî li dijî van bibêjin Na." MÊRDÎN Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî Hevşeradarê Bajarê Mezin a Mêrdînê yê ji peywir hate girtin Ahmet Turk, parlamenterê HDP'ê Alî Atalan jî nav de HDP'î û DBP'î çûn serdana esnafan. Li esnafan belavokên "Na" hatin belavkirin, Gel eleqeyekî mezin nîşan da. HDP'î û DBP'î piştre derbasî bajaroka Estelê bûn. WAN Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê li Payîzava û Elbakê bi gel re hatin cem hev. Parlamenterên HDP'ê Bedîa Ozgokçe û Adem Geverî serê sibehê bi konvoyê hatin navçeya Payîzavayê û çûn serdana esnafan. Piştî serdena esnafan konvoy derbasî navçeya Elbakê bû û li vir eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Welatiyên Elbakê li pey konvoyê heta navenda navçeyê ve meşiyan. Li vir Hevserokê HDP'ê Yakup Ataş xîtabî gel kir û diyar kir ku Elbak dê di referandumê de jî rekorê bişikîne. Parlamenter Ozgokçe jî diyar kir ku hemû qanûnên bingehîn ên li Tirkiyeyê hatine çêkirin bi darbeyanv e hatine çêkirin û di nava wan de gelê kurd û jin tunebûn. Ozgokçe got ku divê gel der barê xwe de biryarê bide û ew ji tunehesibandina gelan re dibêjin "Na". Piştî axaftina Ozgokçe, ji otobusa hilbijartinê gotina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a "Em ê te nekin serok" hate guhdarkirin. ERZIROM Rêveberên HDP'ê yên li Erziromê xebatên referandumê didin meşandin çûn serdana taxên Bahçelî û Qereçobanê û sedemên "Na" vegotin. Xebatkarên HDP û HDP'ê yek bi yek çûn serdana hemû malan û bal kişandin li ser girîngiya pêvajoyê. AGIRÎ Li Agiriyê di çarçoveya xebatên referandumê de parlamentera HDP'ê Dîrayet Taşdemîr û Hevseroka HDP'ê yê Agiriyê Olcay Ozturk, Endamê MP a HDP'ê Metîn Bîngol, Rêveberên HDP û DBP'ê çûn serdana rêxistinên civakî yên sivîl. Heyeta ku çû serdana Platforma Şaxên KESK'ê, ÎHD, Odeya Ajokaran, Komeleya Keyayan, Yekîtiye Odeyên Esnafan, Baroya Agiriyê, Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Agiriyê û li vir sedemên "Na" vegot.Taşdemîr a di serdanan de axivî diyar kir ku ew ê bihevre rojên tarî li pey xwe bihêlin. Taşdemîr di çarçoveya xebatan de çû standa HDP'ê jî û li vir bi taybetî ciwanan eleqeyeke mezin nîşan dan. ŞIRNEX Di çarçoveya xebatên hilbijartina referandûmê de rêxistinên HDP û DBP'ê û parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez serdana gelê navçeya Basayê û bajarokê Findikê yên Şirnexê kirin. Di serdanê de esnaf jî hatin ziyaretkirin û belavokên "Na"yê li esnaf û gel hatin belavkirin. Piştî Basa rêxistinên HDP û DBP'ê derbasî Bajarokê Findikê bûn. Jinên Findikê bi kêfxweşiyeke mezin endamên partiyê pêşwazî kirin. Jinan dan zanîn ku, ew ê ji bo hilbijartina referandûmê di nav xwe de "Na"yê birêxistin bikin. Dayikên bajarokê dan pêşiya parlementeran û mal bi mal bi wan re geriyan.