Li her derê bersîva kurdan 'Na' ye 2017-04-07 09:02:52 ANTALYA - HDP, wek her derê li Antalyayê jî derî bi derî digere û xebatên xwe yên "Na"yê bi rê ve dibe. HDP, li Antalyayê xwe gihand bi dehezaran karkerên ku di serayan de dixebitin. Her wiha ji bo referandûmê tercîha karkerên kurd ên li serayan dixebitin zelal e û diyar dikin ku ji bilî "Na"yê tu bersiveke wan tune ye. Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê tenê çend roj mane. Li gel vê jî li seranserê Tirkiyeyê xebatên eniya "Na"yê bênavber didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derî bi derî digere. Wek gelek deverên Tirkiyeyê, HDP li Antalyayê jî hema bêje tu der nehiştiye ku xwe negihandiye. Ji xwendekaran heta esnafan, ji ciwanan heta extiyaran û ji karkeran heta cotkaran bi her derdorê re pêwendiyê datîne. KARKERÊN SERAYÊ BÊSEBIR LI BENDA 16'Ê NÎSANÊ NE Li vî bajarê ku li gel sebze û fêkiyan di warê hilberîne kulîlkan de jî yek ji wan bajarên Tirkiyeyê yên sereke ye, pêwendî bi dehezaran karkerên çandiniyê û serayan re hatiye danîn û her wiha ji sedî 80'yê van karkeran jî kurd in. Li gel belavokên tên belavkirin, peyamên hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê jî bo welatiyan tên ragihandin. Bi vê re, bertekên erênî tên dayîn û her wiha karkerên her serayê dest nîşan dikin ku ew bêsebir li benda 16'ê Nîsanê ne. ‘JI BILÎ 'NA'YÊ WEKÎ DIN TU BERSIVEKE KURDAN TUNE YE' Cotkar Kadir Bag, diyar kir ku ji bo mirovahî û rastiyê tercîha wî "Na" ye û got, ew ê ji bo hemû tiştên xweş û baş biçe ser sindoqê û bibêje "Na". Bag, anî ziman ku li dijî vê guhertina dixwazin bikin ji bilî "Na"yê tu bersiveke kurdan tune ye û got, ew ê ji bo wan pakanînên ku li Sûriye, Şirnex û Nisêbînê kirine, di 16'ê Nîsanê de şelmaqekê li wan bidin. Cotkar Halil Bilim diyar kir ku, ew li dijî pergala "yekzilamiyê" ne û Ziynet Bag jî, dest nîşan kir ku ew ê di 16'ê Nîsanê de polîtîkayên zilmê rawestînin. Karker Melike Eruz jî, diyar kir ku ew ê li dijî mirinê jiyanê biparêzin û her wiha ji karkeran Gulcan Îlhan jî anî ziman ku, ew ê li nêv zeviyên ku ew ji sibehê heta êvarî dixebitin destûrê nedin ku keda wan bê binpêkirin û got, ew ê di 16'ê Nîsanê de rê li ber vê bigirin. Meltem Kadan jî, diyar kir ku kurdbûna wan û karkerîbûna wan ji bo "Na"yê têr dike û Leyla Topuz jî anî ziman ku, dê piştî 16'ê Nîsanê li her deverî kulîlk vebin.