Midûrê polisan ê bersûc nehat dozê 2016-11-28 16:24:52 RIHA - Midûrê Polîsan ê Pirsûsê yê berê Mehmet Yapalial ku bi sucdariya dema li Pirsûsê 33 kes hatin kuştin “Peyvira xwe xerab bikar aniye” tê darizandin beşdarî doza Pirsûsê nebû. Rûniştina doza Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalial ku berpirsiyarê kuştina 33 ciwanên li ber Midûriyeta Çandê ya Amara ya Pirsûsê hatin kuştin, li Dadgeha Asliye Ceza ya Pirsûsê hat ditin. Di rûniştina dozê de malbatên mexdûran û parêzerên malbatan amade bûn. Di rûniştinê de parezeran xwest biryarên veşarî yên der barê dosyayan de bê rakirin û doz li Dadgeha Cezayên Giran a Pirsûsê bê dîtin. Di rûniştina îro de Keça Îsmet Şeker Yagmur Şeker a bavê wê hat qetilkirin axivî. Şeker anî ziman ku berî bavê wê bê kuştin axivîn û diyar kirin tu ewlehî nehatiye girtin. Ger ku îxbara bombeyê hebû çima tedbîr negirtin. Çima polîsan wê rojê lêgerin nekirin. Ez bawer dikim ku têkildarî bûyerê dîmenên kamera hene. Ez dixwazim midûriyetê wê demê yê polîsan bînin vê rûniştinê.” Parêzerê mexdûran Selin Uçar jî anî ziman ku nebûna Mehmet Yapalial têkildadrî vê lêpirsînê ye.” Doz pişt re taloqî 9’ê Çileya 2017’an kir. 16 MEH DERBAS BÛN LÊ PÊŞKETIN TUNE Parêzerê malbatan Selîn Uçar, piştî rûniştina dozê li ber edliyê daxuyanî da û diyar kir ku li gel 16 meh derbas bû jî hêj di aliyê darizandin û lêpirsînê de tu pêşketin tune ye. Uçar, anî ziman ku ew dixwazin midûrê polisan ê berê Mehmet Yapalial beşdarî dozê bibe. Malbatên ku gorên zarokên xwe Osman Çiçek û Kasım Deprem ên li Pirsûsê ziyaret kirin û xwestin bi Dozgerê Komarê re hevdîtin bikin. Lê dozger daxwaza hevdîtinê ya parêzer û malbatan red kir.