Sûr: Ma em ê ji zilm û rûxandinê re bibêjin 'Erê'? 2017-04-07 09:08:34 AMED - Niştecihên Sûrê yên têkildarî referandûmê axivî, dest nîşan kirin ku li gel ewqas mirin, rûxandin û talanê bila ne li benda 'Erê' bin û gotin, zilm heta hetayê nadime. Welatiyên Sûra Amedê ya ku li cîhanê qedexeya derketina derve ya herî domdirêj lê domand û hîn jî rûxandina avahiyan lê didome, diyar kirin ku ew ê li dijî mirin û rûxandinan di referandûmê de bibêjin 'Na'. Welatiyan dawiya yekperestan a îbretî bi bîr xist û gotin, zilm heta hetayê nadomîne. Vehbi Çakir, anî ziman ku piştî rojên zor û zehmet êdî welatiyên ku ji neçarî koç kirin vedigerin malên xwe û got, êdî li kuçeyên wan ên ku ji ber pevçûnan vala û bêdeng bûbûn, niha ji dnegê zarokan xalî nabe. Çakir, anî ziman ku mala wî li Taxa Hasirliyê ye ya ku hîn jî qedexe lê berdewam e û got, tu şop ji mala wî nemane. Çakir wiha got: "Li Rezanê di kirê de me. Her roj têm Sûrê. Ez ê roja referandûmê jî li Sûrê dengê xwe bi kar bînim." Çakir, dest nîşan kir ku divê her kes biçe ser sindoqan û wiha got: "Dibêjin heke hûn bibêjin 'Erê' dê rewş baş bibe. Lê bi ya min dê piştî 'Na'yê rewş xweşiktir û baştir bibe." ‘MA EM Ê JI ZILM Û RÛXANDINÊ RE BIBÊJIN 'ERÊ'?' Mehmet Emin Oren, anî ziman ku beriya li Sûrê qedexeya derketina derve bê înakirin, jiyaneke wan a bi aram hebû û got, piştî qedexeyê li Sûrê tu şopên jiyanê neman. Oren wiha domand: "Piştî qedexeyan gelek mirovên me hatin kuştin. Tax bi temamî hatin rûxandin, hatin tunekirin. Ma li gel evqas zilmê, li gel evqas rûxandinê hîn jî li bendê ne em bibêjin 'Erê'!" Ramazan Donmez ê 36 sal in li Çarşiya Şewitî esnaftiyê dike wiha got: "Zilm, talan karê Nemrûd û Firewnan bû. Digotin em xwedî qudret in, qadirî her tiştî ne. Bawer dikirin ku ew ê karibin her tiştî bikin. Lê çi bû? Ewqas sal in ku her tim wê dawiya wan a îbretî tê vegotin." Donmez wiha domand: "Dibêjin beşerî şaşiyan dikin. Di dema pêxember de jî meclîsên îstîşareyê hebûn. Deraqiliye ku vî welatî ewqas mezin teslîmî kesekî bê kirin." Esnaf Mehmet Yavuz jî anî ziman ku karê wan nabe û balê kişand ser axaftina Serokomar Erdogan a li ber Walîtiya Amedê. Yavuz wiha axivî: "Mirovan li qadeke ber hev dikin û weadan didin. Bi weadan ev kar sererast nabe. Dikana min 5 mehan girtî ma. Dîsa gelek wead dabûn. Tu tişt jî neguherî. Min ji bankeyê kredî kişand. Ji ber nikarim bidim faîza wê zêde dibe. Kesên me xistine vê rewşê bi ser de weadan li me dikin." Firat Erdem, şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin û parlementerên hatine girtin bi bîr xist û got, bi tu awayî rêz li hemberî biryara wan nîşan nadin. Erdem, dest nîşan kir ku ew pêkanînên li Sûrê tu carî ji bîr nakin û got, her çi qas pevçûn qediya bin jî li navçeyê çewisandinên polîsan hene. Erdem, diyar kir ku berê ew difikirî ku ew ê neçe ser sidnoqê, lê paşê bi hêviya ku dê "Na" derkeve wî biryara xwe guherandiye û ew ê dengê xwe bi kar bîne.