ÎHD'a Îzmirê rapora Adarê ya mafên mirovan aşkere kir 2017-04-07 14:11:09 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê rapora mafên mirovan a meha Adarê bi raya giştî re parve kir. ÎHD'ê destnîşan kir ku di Adarê de 1150 mafên mirovan hatin binpêkirin. ÎHD'ê da zanîn ku binçavkirin, girtin, îstîsmara zayendî, tundiya li ser jinê derket asta herî jor. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê rapora meha Adadê ya mafên mirovan li avahiya xwe bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, rapor xwend û diyar kir ku di meha Adarê de li gori mehên borî binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Çîçek, anî ziman ku di meha Adarê de polîsan bi ser sedena malan de girtiye û di serdegirtinan de 244 kes hatine bençavkirin û jê 6 kes hatine girtin. Çîçek rapor xwend û wiha got: "Serdegirtin û binçavkirin bêtir li dijî kesên çepgir, sosyalist û siyasetmedarên kurd pêk hatine. Di van serdegirtinan de 244 kes hatin binçavkirin û 6 kes hatin girtin. Bi taybetî bi ser mal û karkeriyan de girtin û binçav kirin. Gelek endamên KESK'ê yên hatin îxrackirin, piştî çalakiyên rûniştinê pêk anîn bi lêdanê hatin binçavkrin. Bi taybetî welatiyên beşdarî Newroza 21'ê Adarê bûn rastî zextan hatin. Cilên wan, şalên wan, toqa û xeml û xêzên wan tev hatin desteserkirin û rastî tundiyê hatin. Di Newrozê de 56 kes bi tundî û lêdanê hatin binçavkirin." DI ADARÊ DE 4 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DAN Çiçek, anî ziman ku di qada jingeha kedê de jî binpêkirina mafan zêde bûye û wiha got. "Di qada kar de 35 karker birîndar bûn. 4 karker bûn qurbana cînayetên kar. Bi taybetî di sektora karê înşatê û kargeriyên madan û pîşesaziyê de cinayetên kar zêde ne. Li welatê me mixabin karkerên înşatê nayên parastin" . 11 PENABER XENIQÎN Çîçek, anî ziman ku ji ber şerê heyî 820 penaber ji welatên cûda hatine Îzmirê û dema xwestine derbasî Ewropa bibin ji aliyê yekîneyên ewlehiya peravê ve hatine girtin û wiha lê zêde kir: "Penaberên dema xwestin biçin ewropa û keştiyên wan noqî avê bûn jê 11 penaber di deryayê de fetisîn. 3 JIN HATIN QETILKIRIN Çîçek, bilêv kir ku di Adarê de îstîsmarên zarokan û cînayetên jinan jî zêde bûn û wiha got: "Di Adarê de ji ber tundiya mêr 3 jin birîndar bûn û 3 jin hatin kuştin. Li dijî 11 zarokan îstîsmara zayendî pêk hat. 2 zarok jî rastî destdirêjiyê hatin." ENIYA NA DI BIN TUNDIYÊ DE YE Çîçek bal kiyand ser tundiyên li ser xebatên referandumê û wiha berdewam kir: "Bi nêzîkbûna referandumê zextên li ser kesên "Na" dimeşîne jî zêde dibin. “Li welatê me xebatên referanduma Pergala Serokdewletiyê tê kirin. Ji bo vê pergalê xebatên "Erê" û "Na" tên meşandin. Bi taybetî eniya "Na" rastî zext û tundiyan tên. Afînên eniya "Na" tên daxistin. Maşîneyên banga "Na" tên astengkirin. Mîtingên "Na" tên qedexekirin û gelek astengiyên din li pêş "Na" derdikevin. Dîsa 6 îhlalên propaganda pêk hatiye. LI GIRTÎGEHAN ÎHLAL ZÊDE YE Çîçek, bal kişand ser zextên li ser girtîgehan û wiha got: "Bi çalakiya grevê ya li Şakranê jî zextên li ser girtiyan zêdetir bûn. Li girtîgehan îşkence bûye bê navber. Li Giertîgehên Şakranê yên T1-T2-T3-T4, Girtîgeha Jinan û Girtîgeha Zarokan Dîsa li Girtîgehên Tîpa T û R yên Menemenê, Li Girtîgehên Tîpa F1 û F2 yên Kiriklarê. Li Girtîgehên Buca, Odemiş, Balikesir Kepsut Bandırma, girtîgehên Nazilli, Aydin, Manisa zextên li ser girtiyan zêde bûye. mafê wan ê ziyaretê, mafê wan ê ragihandinê, mafê wan ê jimartinê serbest, mafê wan ê hewşê û gelek mafên wan ên din tê binpêkirin. Dîsa mafê wan ê pirtûk û pirtûkxaneyê ji destê wan hatiye girtin. Name nadin wan û zorê li wan dikin ku karta sikurke têxin stuyên xwe. Girtiyên vê yekê qebûl nakin jî rastî tundiyê tên. Li odeyên 10 kesan 17-18 kes lê tên girtin. Ji mafê xwe yên dermankirin û nexweşxaneyê sûdê nagirin. Girtiyên jin dema diçin hevdîtin û ziyaretan rastî tacîz û êrîşên zayendî tên. Dîsa malbatên tên ziyaretan rastî heman zextan û neheqiyên giran tên." GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ROJA 52'AN DE DIDOME Çîçek herî dawî anî ziman ku li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê di roja 52’an de berdewam dike. Li girtîgeha Şakranê 33+12, Li Tipa T a Menemenê 4, li Tîpa F2 a Kiriklarê 12 li Girtîgeha Kepsutê 6 bi giştî 67 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdarveger dene. Li hemû girtîgehan jî kom bi kom ji bo 5 rojan di çalakiya dorveger dene.