'Polîtîkayên AKP'ê ya girtîgehan dê bibe sedema mirinan' 2017-04-07 14:25:19 DÎLOK - Endamê Înisiyatîfa Piştgiriya bi Girtîgehan re Osman Gumuş diyar kir ku AKP’ê deriyê xwe li çareserî û muzakereyan girtiye û polîtîkayên wê yên der barê girtîgehan de dê bibe sedema mirinan. Înisiyatîfa Piştgiriya bi Girtîgehan re ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de, li avahiya HDP’ê ya Dîlokê civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveber û endamên HDP, DBP, Dayîkên Aştiyê yên Dîlokê û endamên Înisiyatîfa Piştgiriya bi Girtîgehan re beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankarta “Li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng neminin, bibin dengê girtiyên siyasî” hat vekirin. Endamê Înîsiyatifê Osman Gumuş xwest kes bêden nemînin û wiha got: "169 girtî li 21 girtîgehên cuda ji bo binpêkirinên mafan, OHAL û zextên li ser gelê kurd bên rakirin 52 rojanin di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dene. Heta niha berpirsyarên dewletê tu daxuyanî nedane. Rewşa girtiyên her diçe gran dibe. Ev rewş dê bibe sedemê nexweşiyên giran û encamên nexweş bi xwe re bîne. AKP ya ji hemû muzakere û çareseriyan re deriyên xwe girtine dê bibe sedema mirin û êşên giran.” Gumuş, ji bo her roj ji girtîgehan cenaze dernekevin AKP hişyar kir û wiha got: "Ger ku ji girtîgehan cenaze derkevin dê di civakê de şikestinek neyê dermankirin pêk bê. Em AKP’ê hişyar dikin, bila demildest daxwazên girtiyan pêk bînin. Em dê di rêya wan de li berxwebidin û em çalakiya wan silav dikin.” Beşdarên daxuyaniye di daxuyaniyê de siloganên “Çewisandin me bêzar nakin”, “Bijî berxwedana zîndanan” berz kirin.