Yildirim ê li ser enkaza malên hilweşandî axivî û gef xwar! 2017-04-07 16:26:22 ŞIRNEX - Serokwezîr Binali Yildirim li ser enkaza malên hilweşandî ya Şirnexê merasîma vekirina komî de axivî. Yildirim ê careke din soza qedandina PKK’ê da ji bajarê beriya niha sedî 11 deng dabû wê sedî 80 dengê “Erê” xwest. Li Şirnexa ku wextê qedexeya derketina kolanan de sedî 70’yê wê hat hilweşandin bi beşdariya Serokwezîr Binali Yildirim merasîma vekirina komî pêk hat. Ji bo merasîma Yildirim ê li ser enkaza malên hilweşandî ya taxa Yeniyê axivî ji gund, bajarok û bajarên derdorê gelek malbatnên cerdevan bi otobusan anîn bajêr. Di merasîmê de bergiriyên ewlehiyê di lûtkeya herî bilin de bû bi hezaran polîs û tîmên taybet jî nobetê girtin. JI BER KÊMBÛNA GIRSEYÊ MERASÎM SAETEK DERENG DEST PÊ KIR Ji ber kêmbûna girseya dihat xwestin merasîma di saet 13.00’an de bihata destpêkirin di saet 14.00’an de dest pê kir. Hat zanîn ku beşdariya zorê li ser karmendên di saziyên fermî de dixebitin hatiye ferzkirin û leşkerên cerdevanên gunda geriyane jî ji wan re “Divê hûn beşdarî mîtîngê bibin” gotine. Yildirim ê di merasîmê de axivî destnîşan kir ku ew Tirkiyeyeke ku hemû kes bi bawerî, çand û zimanê xwe bijî dixwaze wiha axivî: “Kurd, tirk, erep bi nasnameya xwe serbilind bibin. Lê divê hûn bi tiştek din jî serbilind bibin. Di heman demê de divê bi ala spî jî serbilind bibin. Bi Komara Tirkiyeyê serbilind bibin. Ji ber ku di banê vê alê de ewlehiya me heye.” Yildirim di axaftina xwe de li ser nîqaşên hilweşîn û mirinên li bajarên wextê qedexeyê hatin wêrankirin a li Ewropayê jî sekinî û wiha berdewam kir: “HDP’ya koleyê PKK’ê Tirkiyê giliyê Ewropayê dike. Lê behsa terorê nakin. Dê PKK xilas bibe û Tirkiye bêhnek fireh bistîne.” Yildirim herî dawîn ji şirnexiyên ku beriya niha sedî 11.1 deng dabûn partiya wê ji bo referandûmê sedî 80 dengê “Erê” xwest. Yildirim û kesên pê re berê xwe dan merasîma navçeya Geverê ya Colemêrgê.