Qeyûm 4 kesên beşdarî Newrozê bûn ji kar derxist 2017-04-07 18:06:45 SÊRT - Qeyûmê tayînî Şaredariya Sêrtê bû, 4 karkerên ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê û mîtînga HDP'ê bûn ji kar derxist. Alîgirê Waliyê Sêrtê Ceyhun Dilşad Taşkin ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, 4 karkerên ku li Yekeya Çandê ya Şaredariyê dixebitîn ji kar derxist. Hevjîna Hevserokê HDP'a Sêrtê Abdullah Çetin, Sohbet Çetin, Derûnas Tekoşîn Sevilgen, Şakir Altunboga û Sevda Basut bi hinceta beşdarî pîrozbahiya Newroa Sêrtê û mîtînga HDP'ê ya 6'ê Nîsanê bûn, ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin.