Li xwezayeke 'qedexe' koçertî karekî zehmet e! 2017-04-08 09:19:25 MÊRDÎN - Ji koçeran jina bi navê Aysel Baykal, diyar kir ku li herêmên ku ew lê dijîn tim qedexeyên derketina derve tên îlankirin û got, li gel vê jî ew dev koçertiya xwe ya ku tekane çavkaniya wan a debarê ye bernedin. Bi hatina biharê re koçeran berê xwe da qadên bejahiyî. li bejahiya gundê Marînê yê Nisêbîna Mêrdînê, yek ji wan koçerên ku berê xwe didin zozanan jî Aysel Baykal a 24 salî ye. Ji zarokatiya wê heta niha tekane dostên Baykalê çiya û heywan in. Baykal a ku koçertiyê wek "hembêzkirina xwezayê û şerê bi xwezayê re" pênase dike wiha behsa jiyana xwe ya koçrtiyê kir: "Koçrtî zehmet e. her kes nikare bike. Di dawiya payîzê de em tevî heywanên xwe li deverên bejahiyî konan vedidin û 4-5 mehan li van deran dimînin. Em li van deran heywanên xwe diçêrînin. Zivistanan sar e, lê dîsa jî em îdare dikin." JIYANEKE DÛRÎ TEKNOLOJIYÊ Baykal, ragihand ku sibehê zû ew heywanên xwe ji bo çêreyê derdixin û wiha domand: "Jiyana korçetiyê ji dûrî jiyana yeknolojiyê ye. Em ceryana xwe ji gundiyan distînin, lê makîneyên me tune ne. Em makîneyan bi kar nayînin. Em avê li ser tifikan germ dikin. Em bi vê avê kincên xwe dişon. Her wiha em xwarina xwe jî li ser van tifikan çêdikin. Her tişt bi keda me ye." ‘EM GUH NADIN QEDEXEYAN' Baykayl, anî ziman ku bi hatina biharê re ew berê xwe didin zozanan û got, di koçertiyê de karê herî zehmet ew e ku mirov ji cihekî biçe cihekî din. Baykal, da zanîn ku ew tevî heywanên xwe peya ji Nisêbînê diçin Cizîrê, ji Cizîrê diçin Şirnexê û got, ew herî zêde ji Zozana Feraşînê hez dike. Baykal, balê kişand ser qedexeyên derketina derve û wiha axivî: "Carinan li deverên ku em lê ne qedexeyên derketina derve tên îlankirin. Niha li gundê Marînê jî heye. Lê em guh nadin qedexeyan. Heke qedexeyê îlan bikin jî em mecbûr in bimînin. Dewlet tu carî nikare koçeran ji cihên wan bike. Di dest me de tenê heywanên me hene. Heywan çavkaniya debara me ne. Em nikarin wan ji ber qedexeyan bihêlin û biçin."