Qeyûm ji bo bibêjin 'Erê' bi çewisandînî bi ser gel de diçe! 2017-04-08 09:20:36 AMED - Hat îdiakirin ku Qeymeqam Yusuf Turhan ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Karazê ya DBP'î hat kirin, ji bo referandûmê xebatên "Erê" bi rê ve dibe û ji bo bibêjin "Erê" bi çewisandinî bi ser gel de diçe. Tê îdiakirin ku Qeyemeqam Yusuf Turhan ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Navçeya Karazê ya Amedê hat kirin, ji bo referandûmê daxilî xebatên "Erê" dibe û di vî warî de bi ser gelê navçeyê de diçe. Her wiha hat derpêşkirin ku, qeymeqam di çarçoveya xebatên propagandaya referandûmê de, ji bo bibêjin "Erê" serdana malbatên xizan kiriye û ji bo bibêjin "Erê" hin wehad kirine. BI SER KESÊN DIBÊJIN 'NA' DE DIÇIN Welatiyekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin ev agahî dan: "Li gund û taxên ku AKP xebatên referandûmê bi rê ve dibe, eleqeyeke zêde ya gel ji bi 'Na'yê heye. AKP û ekîba qeyûm ên ku vê rewşê hezm nakin, li cem geyûm giliyê gel dikin. Li ser giliyê, ji hin welatiyan xwetiye werin odeya wî û wan bi vî awayî tawanbar kiriye: "Ji bo çi hûn heqaretî serokomarê me dikin." Bi vî awayî dixwazin li navçeyê derûniyeke tirsê biafirînin. Lê belê li gel vê jî dê ji sedî 80'yê navçeyê bibêje 'Na'." ‘BÊYÎ DESTÛRA QEYÛM HÛN NIKARIN BIXEBITIN' Her wiha hat derpêşkirin ku, qeyûm destûra wesyîta anonsê ya DBP'ê jî nedaye û diyar kiriye ku bêyî destûr ew nikarin serdana gel û esnafan jî bikin. Li navçeyê DBP ji bo serokatiya referandûmê 34 nav şandibûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê, lê belê ji van navan tenê 9 kes hatin qebûlkirin. 25 kesên din jî bi hincetên cuda endamtiya wan nehat qebûlkirin. JI BER HDP'Î NE JI KAR HATIN DERXISTIN Hat îdiakirin ku kesên ku qeyûm di ser Îş-Kûrê re girtine kar, piarnî jê xizmên Serokê AK Partiya navçeyê ne. Tê diyarkirin ku kesên di ser Îş-Kûrê re ji bo kar hatine girtin hin jê di xebatên "Erê" de dixebitin û her wiha kesên dibêjin "Na" jî giliyî qeyûm tên kirin. Ji 200 kesên di ser Îş-Kûrê re dest bi kar kirin, 26 jê bi hinceta HDP'î ne ji kar hatin derxistin.