Şeker: Çalakgerên grevê mirin jî dane ber çavê xwe 2017-04-08 09:21:35 AMED – Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Bunyamîn Şeker da zanîn ku, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ber bi xetereyek mezin ve diçe û got, heke ev rewş wiha bidome dê mirin çê bibin û dê ev çalakî li hemû girtîgehan dest pê bike. Şeker anî ziman ku, rêbazên salên 80’yî li girtîgehan dubare tên sepandin û banga lezgînî li rayedar û gelê kurd kir ku guh bidin qîrîn û daxwaza girtiyan. Greva birçîbûnê ya li girtîgehên bajarên Tirkiyê û bajarên heremê bi hemû biryardariya xwe didome û girtî li benda qebûlkirina daxwazên xwe ne. Rewşa girtiyan ên di grevên birçîbûnê ya bê dem û dorveger de ne, ber bi xeterê ve diçe. Parêzerên ku li girtîgehan li gel girtiyan hevdîtinan çêdikin ji rewşa girtiyan bi guman in û di nav xetereyê de ne. Parêzer û endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Bunyamîn Şeker, têkildarî rewşa grevên birçîbûnê ji dîhaberê re axivî û nirxandinên girîng kirin. ‘HEMÛ MAF HATINE DESTESERKIRIN’ Şeker bi bîr xist ku, her çi qas piştî berxwedana greva birçîbûnê ya di sala 2012’an de pêvajoyek hatibe li dar xistin jî, lê ji aliyê dewletê ve hat qedandin û got, niha wek qonaxa 2012’an li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê bi sedan girtî ji bo daxwazên xwe yên girîng di grevê de ne. Şeker anî ziman ku, daxwazên girtiyan ên ku dane aşkerekirin zor nîn in û got, girtî maf û şertên wan ên bi zagonan hatine dayîn daxwaz dikin. Şeker da zanîn ku, bi taybetî piştî îlankirina Rewşa Awarte hemû mafên girtiyan ên mirovî û zagonî hatine desteserkirin û wiha got: “Rewşa herî girîng niha li Girtîgeha Şakranê diqewim e. Hem şertên girtîgehê ne baş in û hem jî rewşa girtiyan ketiye rewşek krîtîk. Bi taybetî her çi qas girtiyên Girtîgeha Şakranê dixwazin li gel rayedarên girtîgehê hevdîtinan çêbikin jî, lê tên astengkirin û riya diyalogê li ber girtiyan digirin. Rayedarên girtîgehê girtiyan tehdit dikin û gefên cezayê hucredayînê li wan dixwin.” ‘HEKE WISA BIDOME DÊ MIRIN JÎ ÇÊBIBIN’ Şeker dest nîşan kir ku, çalakiyên greva birçîbûnê di asteke krîtîk û xeter de ne û wiha berdewam kir: “Em naxwazin vê yekê bînin ziman, lê belê heke ev rewş wisa bidome, dê mirin jî çêbibin. Li gel rayedarên girtîgehan, Wezareta Dadê jî bi nêzîkatiyek necidî nêzî mijarê dibe. Ev yek jî dide xuyakirin ku gav nayên avêtin. Wek parêzer û malbatên girtiyan metirsiyên me hene. Wisa xuya dike ku dê ev rewş li tevahiya girtîgehan bê destpêkirin.” ‘RÊBAZÊN SALÊN 80’YÎ TÊN DUBAREKIRIN' Şeker da zanîn ku, niha rewşek ji ya salên 80’î girantir li girtîgehan heye û wiha axivî: “Hemû pêkanîn û rêbazên îşkenceyên salên 80’yî li girtîgeha xwe dubare dike. Mafek girtiyan nemaye. Dema ev maf wek ên salên 80’yî bên astengkirin û desteserkirin girtî jî neçar in ku serî rakin. Destpêkirina çalakiya grevên birçîbûnê jî mafê herî demokratîk yên girtiyan e.” Şeker anî ziman ku, tecrîda di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser hemû girtiyan ferz dikin û got, daxwaza herî berbiçav û vekirî yek jê jî ew e ku hay ji rewşa Ocalan çêbibe û dawî li tecrîdê bê. BANGA LEZGÎNÎ Û HESTIYARIYÊ Şeker ji bo şert û mercên girtiyan bên başkirin û daxwazên wan bi cih bên, banga lezgînî li Wezareta Dadê û rayedarên girtîgehan kir ku guh bidin van daxwazan û got, tiştek bibe hemû berpirsyarî ya rayedaran e. Şeker herî dawî bang li gelê kurd û saziyên demokratîk kir ku xwedî li girtiyan derbikevin û li hember qîrîna girtiyan bêdeng nemin in. Bîlal Guldem – dîhaber