Ji 'Navenda Cihanê' dengên 'Na' 2017-04-08 09:43:20 ÇORUM - Çorum a ku di dîrokê de paytextiya şaristaniya Hîtîtan kiriye û xwe dane bawerkirin ku "Navenda cihanê ne" di referandumê de surprîzê bike. Li bajarê ku welatiyên elewî rewşa xwe bi gotina "Em li vir wekî ku li Filistinê dijîn" tînin ziman civak bi xetên stûr ji hev hatiye qutkirin ji beşên civakê yên rastgir ji bo "Na" meyleke xurt heye. Dema ku me xebatên referandumê dikir me xwe li "navenda Cihanê" dît. Me bawer nedekir ku evqas ji welat dûr ketine lê em bi tabelaya "Hûn bi xêr hatin Çorumê" ve li ser xwe ve hatin. Gotinên "Çorum navenda cihanê ye" ya ku demeke hate rojevê ji aliyê Şaredarê Çorumê Muzaffer Kulcu yê demekî parlamenteriya AKP'ê jî kiriye ve bûye tabela jî. XWEZÎ HER TIŞT EVQAS KÊFXWEŞÎ BÛYA Lê li Çorumê her tişt evqas jî kêfxweşî nîne. Katlîama Çorumê ya di 1980'an de pêk hat û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan wekî ku bajar kiriye du parçe. Taxa Mîlonu ya wekî taxa elewiyan tê zanîn wekî sêgoşeyekî ji aliyê taxên ku beşên rastgir dimînin ve hatiye dorpêçkirin. Cadeya Gaziyê di navbera herdu beşan de bûye sînorekî xwezayî. Dîsa li gorî daneyan li navenda sûkê jî herdu beşên civakê cihên ku tên cem hev jî bi sînor in. Jibilî ve dema ku mecbûr nemînin kez derbasî herêma ya din nabe. Li vî bajarê ku tê gotin mirov bi zindî li firinan hatin şewitandin, li wî firinê tê gotin ku nan tê çêkirin. Di hefizeya çorumiyan de bi taybetî jî di ya elewiyan de ew qatlîam wekî duh zindî ye. SEROKÊ HDP'Ê YÊ JI QATLÎAMÊ XILAS BÛYE: BARÎKATAN EM XILAS KIRIN Umît Kuçukbayakli yê ku niha Serokê HDP'ê ye di dema qatlîamê de xwendekarê lîseyê bûye û dema ku bûyer dest pê dikin ji aliyê polîsên MHP'î ve hatiye binçavkirin. Piştre ji aliyê polîsên ku endamên POL-DER'ê ne ve hatiye berdan û bi gotina xwe ve, ve avêtiye pişt barîkatan, ger derbasî pişt barîkatan nebûye jiyana xwe ji dest dida. Kuçukbayatli sedemê saxmayîna xwe bi rêxistinbûna xwe ya wê demê ve girêdide û wiha got: "Qatlîama Mereşê em hişyar kirin. Piştî qatlîamê me texm^ni kir ku dê hin tişt bibe. Me amadekariya xwe kir. Hemû rêxistinen çepgir hatin cem hev. Yên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da piranî kal û pîrên ku li malan bûn. Em du mehan li barakat man. Ger ku barîkat û rêxistinbûna me nebûya tabloya qatlîamê girantir bûya." 'EM WEKÎ LI FILISTINÊ DIJÎN' Cudabûna di navbera welatiyên Çorumê de Duyemîn Serokê Komeleya Çandê ya Haci Bektaş-i Velî Huseyîn Kose bi gotina "Em li herêma xwe wekî li Filistinê dijîn" bi awayeke bi bandor tîne ziman. Kose diyar kir ku li tu bajareke din cudabûneke bi vî rengî tuneye û wiha berdewam kir: "Şaredariya Çorumê beriya 30 salan roja ku derbasî Partiya Refahê bû li şaredariyê elewiyekî dixebite tuneye. Li herêma me jibilî mizgeft û dibstanê saziyên dewletê tuneye." PÎRÊ KU BAVÊ WÎ FIRINÊ DE HAT ŞEWITANDIN Huseyîn Solmaz ê ku li Çorumê wekî pîrê elewî tê zanîn kurê Velî Solmaz ê di qatlîamê de di firinê de bi saxî hate şewitandin e. Solmaz tiştên ku jiyane wiha tîne ziman: "Êş nayê jibîrkirin. Ma Kerbela tê jibîrkirin ku, Çorum bê jibîrkirin." Solmaz diyar kir ku heta mecbûr nemînin naçin herêmên hev. LI ÇORUMÊ ŞOPÊN GUHERTINÊ Çorum a ku di rewşeke wisa de diçe referandumê niha li bajar şopên guhertinê hene. AKP li gelek cihan konên "Erê" daniye. Lê hema uk bi temamî kon valane û jibilî peywirdaran kes tuneye. Xebatên "Na" hê tam nîne lê di nava civakê de tevgereme "Na" heye. Hema ku ji her beşên civakê dildarên ku ji bo "Na" dixebitin hene, xebatênv ê derê gel dide meşandin. Ji ber ku HDP di bin êrîşê de ye bi hin herêman hatiye sînorkirin. Kuçukbayatli destnîşan kir ku wekî HDP peywirdarên sandoqan diyar kirine û "Na" her diçe xurt dibe. Kuçukbayatli wiha axivî. "Li vî bajarî li gorî texmîna min nîvî Nîv dê encam derkeve. Ligel hemû tiştan jî em dixebitin ji ber ku em dixwazin eniya şer biçe." Encameke bi vî rengî girîng e ji ber ku li Çoruma ku 527 hezar nifusa wî heye AKP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji serî 54, di hilbijartinên 1'ê mijdarê de jî ji sedî 61 deng girtiye. Di hilbijartinên herêmî ya di 2014'an de ji sedî 50, di hilbijartinên serokomariyê de ji sedî 63, di referanduma 2010'an de ji sedî 67 deng girtiye. Dengê MHP a ku di eniya "Erê" de ye jî ji sedî 12-18 deng digire. ÎBADETA HERÎ MEZIN Bendewariya Huseyîn Kose hinekî cuda ye. Kose yê nirxandina "oldar û kîndar dibêjin Erê, mazlum û mexdûr dibêjin Na" kir wiha got: "Ji bo me li dijî zilmê serî rakirin îbadeta herî mezin e." Kose yê di heman demê de mobilyafiroşiyê dike diyar kir ku rewşa wan a aboriyê nebaş e û wiha axivî: "40 sal in bi bazirganiyê ve mijul dibim. Berê min kirê dida lê dîsa jî qezenc dikir. Niha kiraya min tuneye lê hezar TL'î bi havre nabînim." QEZENCA HERÎ MEZIN LI SER PIYA MAYÎN E Haydar Yalçin jî li Çorumê qesab e têkîldarî sektora goşt agahiyên balkêş dide. Yalçan çavdêriyên xwe bi gotina "Beşên cuda yên dibêjin Na hene, nîvî nîv dê Na derkeve" çavdêriyên xwe parve dike. Yalçin got ku di hilbijêrên AKP'ê de îtiraz bilind dibin û têkîldarî rewşa aboriyê jî nirxandina "di vî pêvajoyê de li ser piya man qezenca herî mezin e" kir. BI JINÊN ÇORUMÎ VE SOHBETA REFERANDUMÊ Piştî ku em ji cem Yalçin vediqetin û ber bi navenda bajar ve diçin dikevin dikaneke telefonan. Li dikanê Halît Eraslan heye, dibêje bi emanetî li dakanê dinêre, em nêzîkatiya wî ya ji bo referandumê dipirsin û ewil li me dinêre, dixwaze fêm bike ku em kî ne. Piştre jî bersiva "Min hê biryara xwe nedaye. Ez ê li gotinên yên ku dibêjin Erê û îtiraza yên ku dibêjin Na binêrim û heta roja dawî jî bisekinim" dide. Piştre 2 jinên ku bi devoka Çorumê diaxivin dikevin dikanê, esnafê ku zêde naxwaze bi me re axive vê carê berê xwe dide jinan û gotina "Ev hevalj i çapemeniyê ne, referandumê dipirsin hûn çi difikirin" bi kar tîne û li ser navê me pirsê ji jinan dike. Ji jinan ya ku temenê wê mezin e bi ken gotina "ez nizanim, ez fêm nakim ji wan tiştan" bi kar tîne, esnaf israr dike û gotina "ma çi hewceyî fikarê ye" bi kar tîne lê jin paşve gav navêje û careke din bersiva "Weleh ez ji wan tiştan fêm nakim, hevserê min dizane" bi kar tîne. Em dikevin navberê û pirsa "hevserê we biryar nedaye" jê dikin û ew jî bersiva "Ma dê çi bibe em ê biçin û dengê xwe bavêjin, xwedê mezin e" dide û dîsa jî rengê xwe bi israr nade der. Dermanfiroş Kemal Uzun jî bi salan e li bajar dijî û gotina "Ez yekem car e li vir hilbijartineke bêheyecan dijîm" bi kar tîne. Dibêje ku parlamenterê AKP'ê Ahmet Samî Ceylan beriya demeke mîtîng li dar xistiye û kesên çûne qadê jî bi gotina "dibe ku paketa belav bikin em hatine" henekê xwe li hev kirine. Uzun dibêje ku Çorum li aliyeke dişibe Çankiriye û wiha dibêje: "Lê di MHP'ê de şikandinek mezin heye. Li gorî min li Çorumê Na dê ji sedî 50 derbas bike." TEKANE RÊBER HEYE EW JÎ DI GIRTÎGEHÊ DE YE Em ji wir derbasî Qehwexaneya Karkeran dibin Li diwar wêneyê Ataturk û Hz. Alî heye. Qehwexane tijî ye. Xwediyê qehweyê anonsa em rojnameger in dike. Lİ maseya me Alî Demîr, Samî Ozturk, Arap Alî Şahan, Yaşar Oz û xwediyê qehweyê û gelek kes rûdinên. Hemû kes dikevin nava gotinina. Dibêjin; Ez dibêjim Na, komar ji dest diçe, padişahî yek zilam dê bê. Em dixwazin daraz serbixwe be, daraz ji bo zilamekî nayê hiştin, em dixwazin di rewşeke demokratîk de bijîn. Ger ku daraz biçe em ê bi kê bawer bikin. Em hemû betal in, zarokên xwe didin xwendin ew jî dibin betalên bidîpoloma. Em çima bibêjin Erê. Dîsa ew jî jixwe nikarin Erê vebêjin. Binêrin rojên borê serokomar di merasîma vekirinê de gote bînin ez vî KHK'ê îmze bikim û di heman demê de têkîldarî salonên xweşikbûnê qanûn çêkir. Sibê dusib dê bibêje dilê min naxwaze vî KHK'ê bînin min ev qedeqe kiriye. Dê kê vî asteng bike. Sohbet her diçe kurtir dibe û kesên nû tên maseyê. Tam em ê rabin lê yek dest bi gotinê dike û wiha dibêje: "Binêre pismam, ev partî kêrî tiştekî nayên. Wan ev zilam kirin bela serê me. Di CHP'ê de MHP'ê de rêber tuneye. Tekane rêber heye ew jî di girtîgehê de ye." Em pirsa "kî ye" dikin vê carê bi bersiva "Ma nizanin, serokê giştî yê herî ciwan kî ye" ve balê dikişîne li ser Selahattîn Demîrtaş. REJÎMA YEK ZILAM DEST PÊ KIR Em ji wir derbasî avahiya CHP'ê dibin. Endama Meclîsa Giştî ya Bajar a CHP'î Yildiz Bek dibêje ku AKP di Meclîsa Giştî ya Bajar de hejmara komîsyonan ji 5 kesan daxistiye 3 kesan û wiha got: "Me tasfiye dikin. Pêvajoya yek zilamî ji niha ve dan destpêkirin." Bek diyar kir ku weke CHP li bajar xebatan dimeşînin û komîsyon ava kirine. BI PARLAMENTERÊN CHP'Î VE LI SER PIYAN SOHBET Em ji avahiya Rêxiztina CHP'ê ya Çorumê derdikeven û ber bi navenda bajar ve dimeşin û koma ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Hurşît Guneş, parlamenterê CHP'ê Tufan Kose û ji rêveberên navenda giştî pêk tên dibînin. Em silavê didin û xwe didin naskirin. Dema ku em dibêjin ji dîhaberê tên Guneş bêyî ku em bipirsin dest bi axaftinê dike û wiha dibêje "Ciwanino li Amedê rewş çawa ye? Ango ez ji bo vê dipirsim. Gava din em di civîna gel de bûn. Ji wir jî pirsîn rewşa Amed ê û herêmê. Min jî got dê ji sedî 70'ê zêdetir Na derkeve." Piştre em pirsa "Li Çorumê hewa çawa ye, di referandumê de kîjan meyl li pêş e" dikin û Guneş bersiva "Bi giştî Na li pêş e, di AKP'ê de jî dengeke zêde ya Na derkeve. Lê Çorumê ji parlamenterê me yê Çorumê bipirsin" dide. Li ser vê Turan Kose diaxive û wiha dibêje: "Eleqeyeke mezin ji bo Na heye. Em bi AKP'î û MHP'İyanv e diaxivin. Ez li vir îhtîmala herî xirab bawer dikim dê ji sedî 40-45 Na derkeve." LEBLEBÎFIROŞ KETUM IN Em ji wir derbasî sûka ku leblebiyên Çorumê yên navûdeng tên çêkirin dibin. Zilamê ku di rê de dibîne em wêne dikişînin ji dur ve bang li me diki û dibêje "pismam bikişîne" û yê li cem xwe nîşan dide û gotina "Vî bikişîne ew dibêje Erê lê ew jî mirov e" bi kar tîne û henekê xwe dike. Em dikevin Leblebîfiroşê Karakuş agahiya li Çorumê 43 cude leblebî tê çêkirin dide me. Abdullah Yaşar û ciwanê bi navê Tekîn ji me re dibêje ku karên wan van roja baş nîne. Pirsa me ya li ser referandumê jî naxwazin bibersivînin û gotina "Bira em xebatkarin gotin li me nakeve" bi kar tînin û bersivê nadin. BIRYARA MHP'IYÊ 47 SALAN Ji wir em derbasî Hêrêma Sanayiya Organîza ya Çorumê dibin. Vî herêmî demên borî tercîha xwe ji bo AKP'ê nîşan daye. Li gorî agahiyên ku esnafên herêmê dane niha nîvî wan dibêjin dê dengê "Na" bi kar bînin, niha tercîha wan ev e. Agahiyên ku bi çavdêriyên xwe Şeref Kara daye jî vê yekê piştrast dike. Kara ligel ku teqawît e ku niha li wî herêmê marketeke biçûk a bi navê "Omur" dişuxîlîne û hilbijêrekê MHP'ê ya gelek girêdayî ye. Dibêje ji Turkeş heta niha jibilî MHP'ê deng nedaye partiyeke din. Kara der barê bûyerên Çorumê de jî wiha dibêje: "Dema bûyerên Çorumê de ne li Çorumê bûm ez li leşkeriyê bû." Kara dibêje ku yekem care ku dê jibilî partiya xwe tercîheke din bike, dengê xwe wisa bi kar bîne. Kara destnîşan kir ku welatiyên ku dê dengê "Erê" bi kar bînin dê çima bibêjin "Erê" nizanin û wiha berdewam kir: "Lê kesên ku dibêjin Na sedema vî tercîha xwe dizanin dê çima dengê Na bi kar bînin dizanin. Ji bo ku bibêjim Na gelek sedemên min hene." Kara piştî vî nirxandina xwe yek bi yek sedemên xwe yên "Na" vedibêje û rêz dike û gotina "Ji ber vê yekê ez dibêjim Na" bi kar tîne. Kara dibêje ku ew nêzîkatiyên Bahçelî yên siyasî qebûl nake. Em herî dawî pirsa dikarin dîmen bigirin yan na ji Kara dikin li ser vê ew jî bersiva "Ma tiştekî veşarî nîne, bikişînin bila hemû kes bizanibe" dide me. Kenan Kirkaya/Bariş Boyraz - dîhaber