Gelê Stenbolê bi coşa Newrozê dimeşin mîtînga 'Na'yê 2017-04-08 14:33:42 STENBOL - Gelê Stenbolê bi silogana "Em bi coşa Newrozê diherike qada mîtînga "Na"yê. diherikin qada mitîngê ya Kadikoyê. Zarok, ciwan, kal û pîr, nûner û rêvberên komele, ode, sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk kom bi kom ji her aliyên Stenbolê dimeşin qada mîtînga "Na". Beriya mîtînga ku HDP bi silogana "Em bi coşa Newrozê diherikin 'Na'yê li Qada Kadikoyê pêk tîne dest pê bike, girse ji çar aliyên Stenbolê dimeşin Qada mîtîngê ya Bazara Gel a Nû. Bi hezaran kesên dimeşin qadê ji hemû meşên civakê kal, pîr, ciwan zarok jî di navde kom bi kom dimeşin qadê. Dîsa endam û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û demokratîk dimeşin kom bi kom dimeşîn qada mîtîngê. komên ku di destê wan de al, flema, dowîz û lopiponên “Na" li ser hatiye nivîsandin bilind kirine seranserî rêgeha qada mitîngê xemilandin û dimeşin. QAD XEMILANDIN Li qada mîtîngê pankarta ku daxawzên girtiyên siyasî yên "Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dawîlêhatina zextên li ser girtîgehan û operasyonên siyasî û leşkerî yên li ser gelê kurd tê meşandin" li ser hatiye nivîsanin û pankartên sedema "Na" li ser hatiye nivîsandin vekirin. Rêveberen HDPê di saetên sere sibê de qad bi pankart, al û afîşên cuda xemilandin û daxwazên "Na" nivîsandin. Ciwan û zarokên ku di saetên serê sibê de hatin qadê, qad bi reng û siloganên xwe zindî kirin. Dîsa li qadê pankartên “Ne birçîbûn bêdengî mirov dikuje, deng bide zindanê", “Çawa dibe serokê partiyekê hemû civakê temsîl bike?", “Na em hemû bi ser bikevin", “Rêveber çawa dibe ku hesab nede", “Bi berxwedana Jine dê azadî bi ser bikeve", “Em gel in, roja me yekîti, gotina me Na ye", “Ma dewleta yek kesî çawa dibe?" û bi zimanê kurdî, tirkî û ermenî "Na" nivîsandin daliqandin. JI SEROKDEWLETIYÊ RE NA Dîsa li qadê pankarta mezin a "Ji Serokdewletiyê re na! Ji bo qanûna bingehîn ya nû meclisa sazumankar" vekirin. Dîsa posterên mezin ên Hevserokên HDP’ê yên girtî Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û wekîlên girtî hatin vekirin. Her çend polîsan xwest posterên Yuksekdag û Demîrtaş kom bikin jî girseya gel bertek nîşanî polîsan dan û destûr nedan vê yekê. Li qada mîtîngê standa muşahîdan a ji bo parastina sindoqan hat vekirin. Li qadê ciwan û welatiyan ji bo parastina sindoqan serî li snantê dan û navên xwe nivîsandin. Li qadê ciwanên kom bûn bê navber siloganên “Bijî Serok Apo", “Bijî berxwedana zindana” û "Girtiyên siyasî rûmta me ye" berz kirin. Her çend girseya ku ji navçeyên cuda yên Stenbolê hatin qada mitîngê rastî astengiyan hatin jî dîsa astengî derbas kirin û xwe gîhandin qada mîtîngê. Li qada mîtîngê niha bi hezaran kes kom bûne û mîtîng bi muzik û starên hunermendên didome. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyiğit, Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn ku ji peywirê hat girtin Ahmet Turk û Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu dê axatinê bikin. Tevlêbûna mîtîngê ya bi girseyî didome. Girseya li qadê kom bûne jî li ber stranan govendê digerînin.