'Daxwazên girtiyan qebûl bikin' 2017-04-08 14:51:57 STENBOL - Di çalakiya Tîpa F de vê hefteyê azadiya girtiyê nexweş Fahrî Işik hat xwestin, bal kişandin li ser grevên birçîbûnê û wiha hat gotin: "Ji bo ku 3 daxwazên esasî yên girtiyan bên qebûlkirin, mirin û seqetî çênebin divê serlêdanên me bên qebûlkirin." Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F a 263'emîn li dar xist. Di çalakiyê de pankartên "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpa F bên girtin" "Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyandin" "Bila Fahrî Işik bê berdan" hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de ÎHD'ê bal kişand li ser girtiyê nexweş Fahrî Işik ê pençeşêr e û hat xwestin bê berdan. Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Umît Efe di axaftina xwe ya bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got ku ew hewl didin ku bibin dengê girtiyan û wiha axivî: "Ji bo riya dilalog û çareseriyê bê vekirin ji bo ku 3 daxwazên esasî yên girtiyan bên qebûlkirin, mirin û seqetî çênebin divê serlêdanên me bên qebûlkirin." Ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Meryem Bor jî di daxuyaniya hefteyê de bal kişand li ser referanduma ku nêzîk dibe û got ku pêkûtiya li ser muxalîfan zêde dibe.