Hevserokê DBP'ê yê Pasûrê hat binçavkirin 2017-04-08 15:37:38 AMED - Li navçeya Pasûrê di serdegirtina malan de Hevserokên DBP'ê û keya jî di navde 4 kes hat binçavkirin. Li navçeya Pasûrê ya Amedê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokên DBP'ê Berna Çelik, Murat Yaman û rêveber Firat Ozgen û keya Îhsan Çabuk hatin binçavkirin. kesên bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Pasûrê.