Kemal Kurkut û çalakgerên greva birçîbûnê nehatin jibîrkirin 2017-04-08 15:37:56 STENBOL - Bi deh hezaran kesên li Kadikoyê di mîtînga "Na" de natin cem nev çalakgerên greva birçîbûnê ji bîr nekirin. Komek ciwanan jî qetilkirina Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de hate qetilkirin cilên xwe derxistin şermezar kirin. Bi deh hezaran kes li Kadikoy a Stenbolê di mîtînga "Na" de hatin cem hev. Di qada ku dirûşmên azadî, edalet û "Na" olan didin de gelek parlamenterên HDP'ê, endamên HDK, ESP, SGDF, Partiya Şoreşger, SYGP, KOZ, SYKP, TOGP, KESK, nûnerên komeleyên herêmên Deryaya Reş, Ege, Deryaya Spî, Başûrêrojhilat, Rojhilat, Marmara û Anatolyaya Navîn jî beşdarî mîtîngê bûn. Deh hezarên qad tijî kirin ewil bi stranên Koma Vardiya govend gerandin. Li qadê bi tîpên mezin "Na" hate nivîsandin û bênavber dirûşmên "Na" tê berzkirin. 'LI ŞAKRANÊ DÊ BERXWEDANA GEL DERKEVE' Di mîtînga ku bi rêzgirtinê dest pê kir de ewil li ser navê Komîteya Amedekar a Mîtîngê û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr axivî. Demîr wiha got: "15 sal in ji kesên ku vî welatî bi zorê û wekî mogolan birêve dibin re dema gotina raweste hatiye. Çavên xwe berdan daristanên Deryaya Reş, Baxçeyên Hevselê. Elewî li vî welatî tune tên hesibandin. Elewiyan bi Pira Yavuz Sultan Selîm bi bîr tînin. Çawa di 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê tevgera gelekî derket dê ji Girtîgeha Şakranê jî berxwedana gel derkeve. Em ê jî bi vî îradeyê di 16'ê Nîsanê de sersiva xwe bidin. Dibêjin ku ruhê Yenîkapi digere. Em ê di 16'ê Nîsanê de bersivî bidin vî ruhê." Piştî axaftina Demîr, hunermenda NÇM'ê Rûken Yilmaz bi stranên xwe gel coşand. KEMAL KURKUT NEHAT JIBÎRKIRIN Hin ciwanan jî Kemal Kurkut ê ku di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin bi bîr anîn û ji bo wî cilên xwe derxistin. Ciwanan dowîzên "Polîsên ku min kuştin hatin berdan" "Ji bo di noqteya polîsan de nemirin Na" "Ez bi aşkera hatim kuştin, bi veşarî têm lêpirsînkirin" "Ez kemal Kurkut di 28 saliya xwe de ji aliyê polîsan ve hatim kuştin" vekirin. Ji platformê gelek caran navên pêşengên şoreşger hatin anoskirin û berxwedana Şengal û Rojava hate silavkirin. 'EM Ê DI SANDOQÊ DE NA DERXÎNİN' Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Muztafa Avci jî bal kişand li ser astengiyên xebatên "Na" û got ku çi dibe bila be gel dê qadan tijî bike. Avci got ku ew ê di sandoqan de "Na" derxînin.