Onder: Em mehkumî sirûdên Mehter û Îzmîrê nînin ji ber ku riyeke sêyemîn heye 2017-04-08 16:31:58 STENBOL - Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder di mîtînga Kadikoyê ya HDP'ê de axivî û wiha got: "Ev welat baxçeyê bihuştiyê ye. Yek ji axa herî merd e. Ev ax dê mehkûmî sirûdên Mehter û Îzmîrê nîne. Riyeke sêyemîn heye." Di mîtînga HDP'ê ya "Na" ya li Kadikoya Stenbolê hat lidarxistin bi deh hezaran kes bi yek dengî "Na" qêriyan û dirûşma "Em ê te ekin serok" berz kirin û bal kişandin li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan. Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu di axaftina xwe de wiha got: "Ne dilê me yê bi kîn ne jî zikê me yê bi dizîna pereyê gel têr dibe heye. Jibilî aştî û azadiyê tu daxwaza me nîne." Kerektecîoglu ya hemû siyasetmedarên girtî silav kir wiha berdewam kir: "We texta desthilatdaran wisa wergerand ku... Armanca îktirana AKP'ê ya 15 salan gel nîne, xilaskirina pêşeroja xwe ya. Dixwazin heta dawiya emrê xwe ji bo xwe destnedayînê bîne. Ew muktedîr dizane ku dê texta wî hilweşe. Ew baş dizane dê agirê azadiyê mezin bibe. tekane armanca vî qanûna bingehîn astengkirina darizandina xwe ya. DIXWAZE WELAT HEPSÎ QESRÊ BIKE Ji xwe re qesrek çêkir. Tiştên ku heta niha kir nîşan dide yê ji niha şun de çi bike. Dixwazin welat hepsî qesrê bikin. Mirovên jî welatî yên azadiyê dixwazin ne li girtîgehan ne jî li qesrên we hil tên. Em ê di 16'ê Nîsanê de li dijî zilmê îradeya xwe daynin holê. Ev bajarê rojnamgeran e, bajarê jinan e, dê bi hevre bibêjin Na. Ev bajarê ciwanan e dê ciwan dê bibêjin Na. Ji bo perwerdehiya zimanê dayikê bibêjin Na. Ev bajarê Berkîn Elvan e, bajarê Berkîn Elvan bibêje Na. Agirê Newrozê li Stenbolê jî pêdikeve. Dê hemû kurdên bajar ê bibêjin na. Ji bo bebika Mîray ji bo Haci Lokman Bîrlîk, ji bo Dayika Taybet ji bo hemû girtiyên azadiyê dê bibêje Na." 'JI BO ME HER DER QADA NEWROZÊ YE' Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî wiha axivî: "Hûn mirovên ku li vî welatî karên hemû mezin pêk anîne. Stenbol gelek tişt deyndarê elewî û kurdan e. Em bibin dengê hemû mazlûman. Desthilatdar her tim Stenbolê baş dişopînin. Newrozên ku me di dema pêvajoya çareseriyê de pîroz kir jî bûn mijara fezlekeyan. Ji ber ku we çog daneynî, Hûn li ser ser û çavên me hatin. Zimanê kolanan, pêyariyan tuneye. Ji ber w^eçi kişandine em ê bibêjin. Tirsa wan ji ber vê yekê ye. Hevserokên me, ciwanên me, siyasetmedarên me roja ku hatin dîlgirtin zaliman winda kirin. Îktidara ku ji me netirse dikare van tiştan bike. Li Anatolyayê dibêjin ku bila zilma te zêde bibe û tu zewalê bibînî. Ewil qada me ya Newdozê qedexe kirin. Piştre qada me ya Newrozê firotin diziyan. Niha di nava înşeatan de cih dan me. Lê ji bo me her der qada Newrozê ye. Ji ber ku em bi hevre ne, li cem hev in." 'SLAVA WE YA HERÎ MEZIN JI BIRÊZ OCALAN RE YE' Onder di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Bİ rehetî em nehatin vî rojê. Şahidê herî baş hûn in. Deynê me li hevalên me yên hatine dîlgirtin hene. Tîlîliya yekem bila ji bo wan biçe. Em deyndarê yên ku di ciwantiya xwe de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku li dijî zilmê serê xwe netewandin di emrê xwe yên ciwan de çûn em ê wan ji bîr nekin. Rêhevalino li vî welatî hikûmet diçin û tên û gelek hatin û çûn. ya hat ya çû xwaziya xwe dan kirin. Lê wekî hev bûn. Em slava xwe ya herî mezin ji Birêz Ocalan ê ku di nava ciheke 2 metre de hewldana xwe ya aştiyê wekî alê hejand re dişînin." Onder diyar kir ew ê li dijî nîzama şer derkevin û bibêjin Na. Onder muxalefet jî rexne kir û got ji aşê îktidarê re avê dikişîne û wiha got: "Hin partiyên muxalefetê ku bêsiyasetbûnê wekî siyaset dihesibînin ji aşê îktidarê re av kişandin. Ev welat baxçeyê bihuştê ye. Yek ji axa herî merd e. Ev ax dê mehkûmî sirûdên Mehter û Îzmîrê nîne. Riyeke sêyemîn heye. Welatekî pir çandî ye. Derdê me ev e. Yên ku derdê wan ev in xwedî têkoşîna bi rûmet in. Hefteyek ma. Kolan bi kolan em ê bigerin û Na derxînin."