Mayina ku qereqolê li şûna xwe hişt, du bira kuştin 2017-04-08 16:44:18 SÊRT - Li gundê Deşta Dêrê yê Sêrtê du birayên ku sewal diçêrandin pêl li teqemeniya ku qereqolê li şûna xwe hiştibûn kirin. Her du bira Muhammed Açikça û Kadir Açikça yên bi giranî birîndar bûbûn, mirin. Li gundê Deşta Dêrê yê navçeya Şîrwana Sêrtê teqînek pêk hat. Di teqînê de du birayên şivan Muhammed Açikça (12) û Kadir Açikça (9) bi giranî birîndar bûn. Ji her du birayên ku pêl teqemeniya ku qereqola leşkeran li pêyî xwe hiştibû kirin, Muhammed Açikça li Nexweşxaneya Dewletê ya Şîrwanê jiyana xwe ji dest da. Bira Kadir Açikça jî bi giranî birîndar bûbû û ew ji Şîrwanê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Lê li gel hemû mudaxileyan, Kadir Açikça jî jiyana xwe ji dest da. Bermayiyên Qereqola Hurmusê ya ku wê veguhastin Gundê Madenê, bû sedema kuştina zarokan. Her wiha gundiyan ji bo vê gelek caran serî li rayedaran dabûn, lê bi tu awayî encam bi dest nexistibûn. Karakoldan kalma mayına basan 2’nci kardeş de yaşamını yitirdi