Koçyîgît: Sandoq dê bi 'Na'yê tijî binTurk: 'Na'ya kurdan gelek girîng e 2017-04-08 17:23:32 STENBOL - Di mîtînga "Na" ya li Kadikoyê Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît got ki di 16'ê Nîsanê de sandoq bi "Na"yê tijî bibin, Ahmet Turk jî wiha got: "Ger ku kurd nebêjin 'Na' serokomar dê bibêje pirsgirêka kurd tuneye û vê yekê bi kar bîne. Ji ber vê yekê ji bo kurdan gelekî girîng e." Di mîtînga "Na" ya Kadikoyê de Hevseroka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi deh hezaran kes silav kir. Koçyîgît bal kişand li ser Stenbolê û wiha got: "Vî bajarî keda hemû welat afirandiye. Li qiraxa otobanekî mîtîng li dar xistin bûye para me. Çima? Ji ber ku yên ku vî welatî bi rêve dibin, keda xwe dimijin, nanê me ya li ser sifreya me dimijin têra wan nake. Zêdetirî vî dixwazin. Dibêjin rayeyeke wisa bidin me ku em tapoya welat bigirin. Ma em ê bidin? Na. Elewî, kurd, ermenên vî welatî ne tapoya vî welatî ne jî azadiya vî welatî, aştiya vî welatî bidin we. Stenbol dîrokek e, bajarê aştiyê ye. Bi hezaran salan li vî bajarî gel bi hevre jiyan. Dibêjin yek milet, yek ziman, yek ol. Dixwazin her tiştî bikin yek." 'SANDOQ DÊ TIJÎ NA BE' Koçyîgît di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Çawa pêvajoya aştiyê ji bo hebûna xwe xerckirin di 16'ê Nîsanê de jî heman tiştî dixwazin. Ji bo qoltixên xwe dixwazin Tirkiyeyê tarî bikin. Kê li Îdlîbê ew zerok ji bo berjewendiyên xwe qetil kir em nelet dikin. Dixwazin careke din bikevin Sûriyeyê. Çima? Em ê desturê nedin Şoreşa Rojava bixeniqîn. H3eviya me mezin dibe, Na mezin dibe. Em ji bo demokratîkbûna vî welatî dibêjin Na. Di roja 16'ê Nîsanê hemû sandoq bi Na tijî bibin. Em ê careke din coşa 7'ê Hezîranê bijîn. Li zindanan grev di roja 53'yemîn de ye. Rêhevalên me ji bo mirovahiyê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê jiyana xwe datînin holê. Em sekna wan a birûmet silav dikin. Berpirsyariya me heye. Divê em nefesê bidin nefesa wan, deng bidin denge wan. Her Na ya me can dayîna Dayika Teybet a 7 rojan li kolanê hate hiştin. Ji bo Ekîn Wanê ye ji bo Cizîr û Nisêbînê ye. Werin em sibeha 17'ê Nîsanê bikin Newrozeke nû, destpêkeke nû." TURK: JI BO ME HEMÛYAN DEMOKRASÎ Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywir hat girtin jî wiha axivî: "Em dizanin ku em ê têkoşîna gelê xwe bi têkoşîna azadiyê ve bi serxin. Li her qadê dengê azadiyê bêhtir mezin dibe. Demeke dirêj e ez di nava siyasetê de me. Me salên 90'an jiyan kir. Hovîtiya 95'an dît. Li dijî yên ku xwestin dengê gelê kurd bibirin bi daxwaza azadî û aştiyê kete rojeva cihanê. Hûn xwedî li vê derketin. Îktidar ji bo ku tenê bihêlin gelek lîstik kirin. Îro em bawer dikin ku demokrasî azadî ji bo me hemûyan e. Ji bo demokrasiyê, mirovahiyê li Tirkiyeyê divê em têkoşîneke hevpar derxînin holê." 'NA JI BO KURDAN GELEK GIRÎNG E' Turk di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Îro em dikevin pêvajoyeke nû. Referanduma îro wekî guhertineke yekperestiyê ferz dike derdikeve pêşberî me. Jixwe serokomar xwedî hemû rayeyan e. Ev referandum ji bo Tirkiyeyê girîng e. Lê ji bo kurdan girîngtir e. Ger ku di vî referandumê de em bibêjin 'Erê' em ê ji hovîtiya li Cizîrê hat kirin de bibêjin 'Erê'. Em ê ji hovîtiya li Şirnex, Nisêbîn û Geverê hat kirin re bibêjin Erê. Hevserokên me, hevşaredarên me li hundir in. Divê em ji van re bibêjin Na. Em ê ji zindanên ku dixwazin bikin Zindana Amedê re bibêjin Na. Ger ku îro kurd li Kurdistanê nebêjin Na, serokomar dê bibêje pirsgirêka kurd tuneye û bi kar bîne. Ji ber vê yekê ji bo kurdan gelekî girîng e. Divê em ji niha û şunde jî derî bi derî bigerin û îzah bikin. Li hemû Rojhilata Navên gelên ketine bin pençika zilmê hene. Li Rojava li Şehbayê hikûmet ji bo ku kurd nebin xwedî gotin çi ji destê wî tê dike. Ger ku em li hemberî vî ferasetê helwesta xwe nîşan nedin em ê bêrûmetiyê heq bikin. Lê em bêrûmet nînin. Ez vî baş dizanim. Ger ku em tiştên îro baş şîrove nekin em ê bikevin nava şaşitiyên mezin. 17'ê Nîsanê dawiya her tiştî nîne. Ger ku em Tirkiyeya nirxên demokratîk nas kiriye dixwazin wê demê em yekîtiya gelan ava bikin. Heta niha polîtîkaya hatiye meşandin kurdan li dijî tirkan derxistin e, tirkan li dijî kurdan derxistin e. Dixwazin bi vî rengî îktidara xwe saxlem bikin. Ji ber vê yekê peywireke mezin dikeve ser milê me. Ji ber vê yekê em ê yekîtiya gelan ava bikin. Me yekperestî dît. Dîktator dît. Lîbra, Iraq li holê ye. Dawiya Sedam û Mubarekan li holê ye. Gelên ku azadiya wan ji wan hatiye girtin tu caran dîktatoran qebûl nakin. Wa ye MUbarek, Sedam, QEdafî, Esad... Ger îro em xwedî li pêşeroja xwe dernekevin em ê pêşeroja zarokên xwe tarî bikin. Bawerim ev zehmetî dê derbas bibe û polîtîkaya yekîya azad a gelan pêk bînin."