Di pêşengiya jinan de li gelek bajaran ji bo "Na" gel ziyaret kirin 2017-04-08 18:04:27 NAVENDA NUÇEYAN - Rêxistinên KCD, HDP, DBP, TJA li gelek navçe û bajaran bername û şahiyên referandumê yên "Na" pêk anîn. Saziyan bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê "Na" bikar bînin. Di xebat û şahiyan de pêşengî û rengê jinê bal kişand ser xwe. Xebatêr referandumê yên "Na'yê di pêşengiya KCD, HDP, DBP, Tevgera Jinên Azad (TJA) de li gelek navçe û bajaran bi şahî, mîtîng û bernameyan berdewam dike. Saziyan di pêşengiya jinan de belavok belav kirin, şahî lidarxistin û gel dawetî "Na"yê kir. WAN Li navenda Wanê di pêşengiya jinan de xebatên "Na" bi lez û bez berdewam dike. Li taxa Sixke ya Rêya Armûşê gelek jin kom bûn û xebatên referandumê meşandin. Jinan diyar kirin ku ji bo dayika Taybet û bajarên hatin xerakirin dibêjin "Na" Jinan ji bo mîtînga ku di 14'ê Nîsanê de pêk bê bang li tevlêbûna mîtîngê kirin. LI ERDÎŞÊ BELAVOK BELAV KIRIN Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Lezgin Botan, Bedîa Ozgokçe û Adem Geverî civina gel pêk hat. Karwana HDP'ê bi otobusa hilbijartinê ket nava gel û ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin. Karwana HDP'ê li dora navçeyê tûr avêt û rastî eleqeyek gelek mezin hat. Karwana HDP'ê piştre derblasî taxên Beyazit, Eganîs û Yeşilova jî geriya û gel silav kirin. Di ziyareta gel de Hevserokê HDP'ê yê Erdîşê Yucel Agaoglu, bang li gel kir ku beşdarî mîtînga 10'ê Nîsanê ya li Qada Hala Fekî bibin. Koma HDP'ê bû 3 bir û li kolanên Zilan, Dalan û Rêya Wanê li nava esnafan geriyan. ERZIROM Li navçeya Qereçoban a Erziromê jî endam û rêveberên HDP'ê di çarçoveya referandumê de gelek gund û tax ziyaret kirin. Rêveberên HDP'ê gundên Seyran, Dan, Kirimkaya û Kopalê ziyaret kirin û xwestin gel biçin ser sindoqan û li dengê "Na" xwedî derekevin. AGIRÎ Rêveberên HDP û DBP'ê li Agiriyê û navçeyên Agiriyê jî bi gel re hatin cem hev. Parlamentera HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir û rêveberên HDP'ê, li taxên girêdayî Agiriyê û gundên Dedeli û Dogansu yên Panosê geriyan û gel ziyaret kirin. Hem sohbet kirin û hem jî belavokên "Na" li gel belav kirin. Heyetê li Panosê jî bi jinên Panosî re wêne kişandin. Rêveberên HDP'ê li Navenda Agiriyê jî ensanfên Agiriyê ziyaret kirin COLEMÊRG Rêveberen HDP û DBP'ê li Colemêrgê jî di çarçoveya xebatên referandumê de li avahiya HDP'ê ya Bajar civîna çapemeniyê pêk anî. Cîgira Hevseroka HDP'ê Safiye Nigar Tansu, diyar kir ku şevê din polîsan bi ser avahiyên HDP û DBP'ê de girtine û zerar dane avahiyê. Tansu pişre daxuyani da û xwest her kes beşdarî xebatên refrandumê bibin û li sindoqan û dengên xwe xwedî derkevin. Tansu, bang li gelê Colemêrge kir û xwest beşdarî mîtînga 13'ê Nîsanê ku li nava bajar pêk bê bibin. RIHA Rêxistina HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, jî li navçeya Sîweregê esnafên kolanên Kale Bogazi û Înonu ziyaret kir. Rêveberên HDP'ê û Wekîl Ayhan rastî eleqeyek mezin a esnafan hatin. PIRSÛS Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî rêveberên HDP'ê û Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan gund bi gund geriyan û xebatên "Na" meşandin. Ocalan û heyata HDP'ê duh jî li Wêranşar û Serêkaniyê derî bi derî geriyan û esnaf û welatî ziyaret kirin. Heyeta ku li gundên Qırıkan, Kurêmusa Kuzluk, Bellek, Şeker û gundên derdorê ziyaret kirin rastî eleqeyek mezin hatin. SEMSÛR Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê jî tevî parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim û rêveberên HDP'ê yên bajar li otelek bajar civîna çapemeniyê pêk anî. Hevseroka HDP'ê ya Semsûrê Hayriye Korkmaz, anî ziman ku gund bi gund digerin û "Na" bi rêxistin dikin. SÊRT Li Sêrtê jî di pêşengiya jinan de xebatên referandumê yên "Na" hatin meşandin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Necibe Înal, Hevşaredara Sêrtê Belkis Beştaş Epozdemir, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê endamên TJA û DBP'ê li gund û taxên Sêrtê gertiyan û piştre karkerên jin ên fabrîqeyên gwîzan ziyaret kirin. ŞIRNEX Di çarçoveya xebatên referandûma 16'ê Nîsanê de rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnexê serdana gund û welatiyên ku di dema qedexeyên derketina kolanan de ji neçarî koçberî hin navendan bibûn kirin. Koma HDP û DBP’ê ya ku Parlementera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez di nav de, ewil derbasî gundê Avgamasiyan bû û li wir serdana malbatên ku li Şirnexê malên wan hatibûn hilweşandin kir. Di serdanê de welatiyan eleqeyek mezin nîşanî koma HDP û DBP’ê dan û diyar kirin ku ew tu carî malên xwe yên hatin hilweşandin ji bîr nakin û bi hezaran dengên wan hebin yekî jî nadin partiya Erdogan. Her wiha komek HDP û DBP’ê ya Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik jî di nav de, serdana gundên Cizîra Şirnexê kirin. Di serdanê de bi dehan welatiyên gundan bi alayên HDP û yên li ser “Na” nivîsandî koma HDP û DBP’iyan pêşwazî kirin. Di serdanan de welatiyan li ber stranên kurdî govend gerandin.