Li çoltarên Lîcê û Hezro operasyona leşkerî 2017-04-09 08:04:57 AMED - Li herêma çoltarên Lîcê û Hezroyê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Li gundên ku operasyon hat destpêkirin telefon û înternet hat qutkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî hat diyarkirin ku li çoltarên navçeyên Hezro û Lîce yên Amedê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Çavkaniyan da zanîn ku li gundên çoltarê di saetên serê sibê de leşkeran dest bi operasyonê kir. Leşkeran gundê Helhelê dorpêç kirin û li gund lêgerîn dikin. Li gundên ku operasyon hat destpêkirin înternet û telefon jî hatin qutkirin.