Lêgerîna mafan wek ‘qebehet’ hat hesibandin! 2017-04-09 09:06:42 ANTALYA - Li Antalyayê li 50 mamosteyên ku ji ber beşdarî daxuyaniya ji bo mamosteyên ku hatine sirgûnkirin û bi KHK’yan hatine îxrackirin hat dayîn bûne, bi tawanbariya “Muxalefeta Li Dijî Qanûna Qebehetan” bi giştî 22 hezar û 700 TL cezayê pere hat birîn. Li Antalyayê li ser bangawaziya Egîtîm-Sen’ê ji bo mamosteyên hatine sirgûnkirin di 19’ê Çileyê de û her wiha ji bo mamoste û kedkarên cemaweriyên yên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin di 9’ê Sibatê de li Qada Attalosê daxuyanî hatin dayîn. Ji ber beşdarî van daxuyaniyan bûne, cezayê pere li 50 mamosteyan hat birîn. Ji ber her du daxuyaniyan li her mamosteyekî bi tawanbariya “Muxalefeta Li Dijî Qanûna Qebehetan” du caran 227 lîre ceazayê pere hat birîn. Hat derpêşkirin ku, daxuyaniya çapemeniyê bêyî destûra walî hatiye dayîn. Her wiha Şaxa Egîtîm-Sen’ê ya Antalyayê îtirazî vî cezayî kir. LÊGERÎNA JI BO MAFAN SÛC E! Serokê Şaxa Egîtîm-Sen’a Antalyayê Kadir Oztur, têkildarî mijarê axivî. Ozturk, anî ziman ku li Antalyayê 21 kesên girêdayî Egîtîm-Sen û KESK’ê hatine îxrackirin û wan li dijî vê bertekên xwe nîşan daye. Ozturk, diyar kir ku, daxuyaniya ku wan daye, di warê Qanûna Bingehîn de mafekî sendîkayî ye û got, di pêvajoya OHAL’ê de dayîna wê, nayê wateya ku ew ê mafên xwe yên Qanûna Bingehîn bi kar neyînin. Ozturk, dest nîşan kir ku cezayên hatine birîn bi temamî derhuqûqî ye û got, heta niha li 50 kesî ceza hatiye birîn, lê belê texmîna wan ew e ku dê ev hejmar zêdetir bibe. Ozturk, da zanîn ku wan heta niha dozên ku bi vî rengî vekirine hemû qezenc kirine û got, ev ceza ji bilî xesardayîna dewletê pêvtir ne tu tişt e jî. Ozturd, anî ziman ku, heta niha ji bo hemû çalakiyên wan cezayên bi vî rengî hatine birîn û got, bi vî awayî dixwazin kedkarên cemaweriyê bitepisînin. Ozturk, dest nîşan kir ku lêgerîna mafan ne sûc e.