Mexdûrê KHK'ê: Ez mineta vê pergalê nakşînim 2017-04-09 09:08:13 MÊRSÎN- Rêveberê SES'a Edeneyê Huseyin Çali yê piştî bi KHK'ê hat îxrackirin û dikana mirîşkan vekir wiha got: "Ez ê biçim gundê xwe şivantiyê bikim, lê ez mineta vê pergalê nakşînim." Endamê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Huseyin Çali yê ku ji ber fealiyetên xwe yên sendîkayî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin û dikana mirîşkan vekir wiha got: "Ez ê biçim gundê xwe şivantiyê bikim, lê ez mineta vê pergalê nakşînim." ‘DEWLET JI KESÊN HATINE ÎXRACKIRIN RE DIBÊJE 'BIMIRIN'' Çali ê bi KHK'ya di 29'ê Cotmeha 2016'an hat îxrackirin wiha got: "Min jî xwe di lîsteya KHK'ê ya ku bi dehan kes hatibûn îxrackirin de dît. Ji nişkê ve ez betal mam." Çali, ragihand ku bi KHK'yan îtibara kes, derfetên wan ên madî ji dest wan tên stendin û wan "terorîst" îlan dikin û wiha axivî: "Tu rastî tawanbariya terorîstiyê têyî, lê der barê te de bi tu awayî doz an jî lêpirsînek tune ye." Çali, ragihand ku, wî bi salan di nav fealiyetên sendîkayî de cih girtiye û wiha domand: "Li cihê kar ji ber fealiyetên xwe yî sendîkayî em tim rastî çewisandinên polîsan dihatin. Hemû çalakiyên me bi copên polîsan bi dawî dibûn." Çali, dest nîşan kir ku bi KHK'yan kes li civakê wek sûcdar îlan dikin û wiha got: "Bi vê qanûnê re kes bi temamî ji jiyanê tê dûrxistin. Îro dewlet ji kesên hatine îxrackirin re bi kurtasî dibêje 'Bimirin'." 'HEKE BIVÊ EZ Ê SIMÎTAN BIFIROŞIM, LÊ MINETÊ NAKŞÎNIM' Çali diyar kir ku ew kurdê elewî ye û wiha domand: "Wisa bawer dikim ev îxrac ji ber ku hem kurd û hem jî elewî bûm hat kirin. Heke ez li cihekî AKP'yiyan bûma, ez ê rastî vana nehatama. Ji xwe li vî welatî kurdbûyîn û ewlewîbûyîn bi xwe re hin encaman tîne." Çali, dest nîşan kir ku piştî ew hatiye îxrackirin wî dikana mirîşkan vekiriye û bi firotina berên goştî ew debara xwe dike û wiha got: "Heke ev dikan jî nebe, ez ê simîtan bifiroşim, heke ew jî nebe ez pêlavan boyax bikim û ev jî nebe ez ê biçim gundê xwe şivantiyê bikim." Çali, dest nîşan kir ku li gel her tiştî jî ew ê li ber xwe bide û wiha axivî: "Em ji bo tiştên ku me baweriya wan dikir têkoşiyan. Ji ber em bawer dikin ku em di têkoşîna xwe ya azadî û mafan de mafdar in, me vê kir. Heke îro min dubare bigirin kar jî ez ê vê têkoşîna xwe bidomînim. Ez minata vê pergalê nakşînim." ‘EM Ê LI DIJÎ ZILMKARAN BITÊKOŞIN' Çali, ragihand ku ya li wan hatiye kirin zilm e û wiha axivî: "Li tu derê cîhanê ev zilm heta hetayê nedomiyaye. Bêguman tim hin kes li dijî wan têkoşiyane. Em ê li dijî zilmkaran tim li ber xwe bidin."