‘Bêfikar hûn dengê xwe bi kar bînin, ewlehiya sindoqan temam e' 2017-04-09 09:09:51 ENQERE - Parêzerên ku dê di çarçoveya "Projeya Li Her Dibsitanê Parêzerek" ewlehiya hilbijartina referandûmê bigirin, bang li gelê Enqereyê kirin û wiha gotin: "Bêfikar hûn dengê xwe bi kar bînin. Ewlehiya sindoqan temam e." Baroya Enqereyê, bi "Projeya Li Her Dibistanê Parêzerek" hewl dide ku li Enqereyê ewlehiya sindoqan pêk bîne. Parêzerên di bin banê vê projeyê de, dê li Enqereyê ewlehiya 10 hezar û 74 sindoqan û 708 dibistanan pêk bînin. Her wiha dê li Enqereyê tenê ewlehiya sindoqan ji aliyê parêzerên di bin banê "Projeya Li Her Dibistanê Parêzerek" pêk neyê. Li gel vê dê "Oyum Guvenli.Org", "Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê" û "Hayir ve Otesi" jî dê ji bo ewlehiya sindoqan tevbigerin. ‘BI HEZARAN ENQEREYÎ JI BO EWLEHIYA SINDOQAN SERLÊDAN KIRIN' Koordînatorê "Projeya Li Her Dibistanê Parêzerek" û Alîgirê Serokê Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê Sercan Aran, diyar kir ku ji bo ewlehiya sindoqan bi hezaran enqereyî serî li wan dane. Aran, dest nîşan kir ku wek gelek deverên Tirkiyeyê, li Enqereyê jî di warê ewlehiya sindoqan de şik û gumanên hilbijêran heye. Aran, der barê peywir û berpirsiyarên parêzerên ku dê di bin "Projeya Li Her Dibistanê Parêzerek" de cih bigirin agahî dan û got, dê parêzer hem bi muşahidan hem jî bi peywirdarên sindoqan re tim di têkiliyê de bin. Aran wiha axivî: "Heke pirgirêkek xwe bide der, dê hevpîşeyên me demildest mudaxile bikin û dê bi her awayî piştevaniya peywirdarên sindoqan û muşahidan bikin." Her wiha Aran, da zanîn ku dê li gundên Enqereyê jî hevpîşeyên wan ji bo ewlehiya sindoqan hebin. ‘HÛN BÊFIKARE DENGÊN XWE BI KAR BÎNIN, EWLEHIYA SINDOQAN TEMAM E' Aran, diyar kir ku ew jî xebata referandûmê bi rê ve dibe û got, yên dibêjin "Na" zêdetir in. Aran bang li welatiyên enqereyî kir û wiha got: "Li Enqereyê di warê ewlehiya sindoqan de şik û gumanên mirovan hene. Em jî ji bo gelê xwe diyar dikin ku em ê di warê xwedîderketina sindoqan de tevbigerin. Li Enqereyê deng emanetî me ne. Em ê xwedî li dengên xwe derkevin, wan biparêzin. Em xwedî potansiyeleke ku xwe bigihînin hemû dibistanên Enqereyê. Hûn bêfikare dengên xwe bi kar bînin. Ewlehiya sindoqên we temam e. Li Enqereyê nikarin dengekî jî bidizin."