Malbata elewî 3 qirne di nava lepê komkujiya dewletê de ye 2017-04-09 09:11:48 ENQERE - Malbata Solmaz a elewî ku li Çorumê dijîn, 3 qirne di nava lepê komkujiya dewletê de dijîn. Ji kalikên malbata Solmaz Huseyin Aga, di salên 1915'an de li dijî ermeniyan di nava komkujiya ermeniyan de cih girt. Kurê wî Veli Solmaz di bûyerên Çorumê de hat kuştin, kurê Velî Solmaz jî xwest bibe polis, lê ji ber nasnameya wî ya elewî nehat qebûlkirin Wekî gelek milletên li Anadoluyê dijîn welatiyên elewî yên Anatoliya Navîn jî rastî gelek komkujî û êşên mezin hatine. Di sala 1980'an de elewiyên Çorumê rastî komkujiyê hatin û gelek elewî hatin kuştin. Hin elewî avêtin firinê û şewitandin. Yek ji malbatên elewî yên avêtin firinê û şewitandin çîroka malbata Veli Solmaz balêş e. Kal li dijî ermeniyan di nava komkujiya ermeniyan de cih girt. Kur rastî komkujiyê hat û nevî jî xwest bibe polîsê dewletê. 5 MADALYAYÊN ŞEREFÊ BI KALÊ MIN VEKIRIN Dema li dijî elewiyan komkujî pêk hat û ji malbata Solmaz Velî Solmaz di komkujiyê de hat kuştin, kurê wî Huseyin Solmaz beriya komkujiyê tezkere girt û çû Almanyayê. Huseyîn Solmaz çîroka bav û kalikê xwe vegot. Solmaz, anî ziman ku kalikê wî Huseyin Aga di salên 1915'an de li dijî ermeniyan şer kir û di nava komkujiya ermeniyan de cih girt û wiha got: “Kalikê min Huseyin Aga piştî li dijî ermeniyan şer kir dewletê 5 madalyayên şerefê da kalikê min. Di Şerê Rizgarkirinê de li dijî ermeniyan tevî Cemalettin Efendî Alaya Mucahitan ava dikin. Ermeniyan ji Sêwasê digirin û dibin Qersê. Serbazê yekineyê ye. Piştre ji wir di 3 salan de di Şerê Rizgariyê de li herêma Nazilli ya Aydinê li dijî Yewmenan şer dike û dibe fermandarê yekîneyê. Matalyayên şerefê digire. KUR HAT QETILKIRIN Huseyîn Solmaz, anî ziman ku bavê wî Veli Solmaz jî mirovekî di halê xwe de bû û ligel ku kalikê wî Huseyin Axa xelata dewletê wergirt jî bavê wî ji aliyê dewletê ve hat kuştin. Ew Pîrê ku dibêjin di firinên li Çorumê de hat şewitandin bavê min e. Ez wê demê li Almanyayê bûm. Piştî komkujiyê hatim. Li vir Mizgefta Alaaddin heye. Mizgeft bombe kirin. Nêzî 500 misliman hatin kuştin. Yên ji mizgeftê derdikevin bavê min digirin û dibin davêjin firnê. Bi sedema ku naşewite ji nêzîk ve gule berdidin wî. Raporên Tipa Edlî hene. Ew firina ku bavê min lê hat şewitandin hêj di meriyetê de ye û nan derdixe. Piştî bûyerê ez carek din di kolana firinê re derbas nebûm. Piştî bûyerê me doz venekir. Em dê dozê li kê vekin. 49 kesên berpirsiyarê kutina bavê min hene. Cezayê îdamê da 38 kesan û yên din jî rastî 10-15 sal ceza hatin. Di serdema Ozal de kanûna taybet derxistin û yên cezayê îdamê girtin 10 salan û yên din jî 8 salan hatin girtin û hatin berdan. Yê dikuje dewlet e û yê efo dike dîsa dewlet e. Li gel van bûyeran birayê min xwest bibe polîs. Lê ji ber nasnameyawî nekirin polîs. BIRAYÊ MIN XWEST BIBE POLÎS LÊ Huseyin Solmaz, destnîşan kir ku li gel vê bûyerê birayê wî xwest bibe polîs û wiha got: "Her çend ez li dijî vê fikrê derketim jî birayê min israr kir û xwest bibe polîs. Ket ezmûnên polîsan û hemû ezmûn qezenç kir. Lê herî dawî ji ber nasnameya elewîtiyê ew nekirin polîs. Amîr ji birayê min re got "Hûn elewî dê li ser serê me bibin amîr. Em destûr nadin vê yekê. Me serî li dadgehê da. Me doz qezenç kir. lê dîsa destûr nedan. Yên em qetil kirin me deriyê xwe li wan vekir. Me nanê xwe bi wan re parve kir. Lê dawiyê em qetil kirin. Çed sal berê min yek ji kesên em qetil kirin dît. Min jê pirsî 'Ma me çi li we kiribû ew em qetil kirin?'. Wî jî got 'Ji mere gotin hûn wan bikujin dê mal û milkê wan ji were bimîne' û anî ziman ku hatine xapandin.