Li Wanê erdhej 2017-04-09 09:44:25 WAN- Li navçeya Tuşbayê ya Wanê di pêla 4.2 de erdhej çêbû. Li navçeya Tuşbayê ya Wanê li gorî Daîreya Erhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afetê ya Serokwezîriyê (AFAD) di pêla 4.2 de erhejek çêbû. Erdhej 19.85 kîlometre di bin erdê de çêbû û jibilî navçeya Tuşbayê li navenda bajar û navçeyên derûdorê jî hate hîskirin. Li gorî agahiyan zirarek çênebûye. Enstituya Lêkonînê ya Erdhej û Rasatxaneya Kandîlliyê jî şîdeta erdhejê 4.3 aşkera kir û daxuyand ku navenda erdhejê taxa Yemlîce ya Tuşbayê ye.