HDP'iyê ji bo posterên Demîrtaş û Yuksekdag hatin binçavkirin hatin berhdan 2017-04-09 12:20:15 EDENE - Rêberê HDP'ê yê di 8'ê Nîsanê de berîya Mîtînga HDP'ê ya Edeneyê li qada mîtîngê ji ber posterên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag hatin binçavkirin hatin berdan. Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê û Kordînasyona Bajar a HDK'ê ya Edeneyê di 8'ê Nîsanê de li Qada Uğur Mumcu mîtînga "Bêjin Na" pêk anî. Beriya mîtînga “Bêjin Na” rêveberê HDP'êyê Edeneyê Vedat Emîr li qada mîtîngê bi hinceta posterê Hevserokên Giştî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag li qadê vekirine ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Vedat Erim piştî îro sewqî edliyê hat kirin serbest hat berdan.