Hunermend Bagca: Di 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê de jî ceribandin, bi ser neketin 2017-04-09 12:50:17 ÎZMÎR - Hunermend Cevdte Bagca diyar kir ku ji bo grevên birçîbûnê mirov her tiştên xwe berdin û guh bidin dengê wijdanên xwe û wiha axivî: "Di 12'ê Adarê de jî di 12'ê Îlonê de jî kirin, îro jî diceribînin. Bi ser neketin, dê bi ser nevekin." Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan kete roja 54'emîn, ji beşên cuda yên civakê jî li hemberî bêdengiya rayedaran nerazîbûn tê nîşandan. Hunermend Cevdet Bagca diyar kir ku divê ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê mirov dev i her tiştên xwe berdin û guh bidin dengê wijdanên xwe. Bagca xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û çalakiyên grevên birçîbûnê bi dawî bibin û wiha berdewam kir: "Rojeva polîtîk a welatê me, wekî ku kesek li girtîgehan di demên dawî de çi diqewime nêzik ibbin jî hemû kes di ferqa her tiştî de ne. Hemû kes dizanin ku şertên girtîgehan gelek xirab in." 'DÎSA DICERIBÎNİN DÊ DÎSA BI SER NEKEVIN' Bagca gotinên Midûrê Girtîgeha Şakranê yê "Em Esat Oktay mînak digirin" bi bîr xist û wiha axivî: "Wekî kesekî ku bûye şahidê îşkenceyê, hinceta îşkenceyê tuneye. 12'ê Adarê de jî kirin, di 12'ê Îlonê de jî kirin, îro jî diceribînin. Bi ser neketin, dê bi ser nekevin. Rê û rêbaza vî afirandina şîdet û dijminatiyê nîne. Divê alî hevdu fêm bikin û rûnên biaxivin. Divê kesên ketine greva birçîbûnê guhdar bikin, fêm bikin." 'DI DÎROKÊ DE ZALIMEKÎ PEYKERÎ WÎ HEYE GELO HEYE?' Bagca destnîşan kir ku zaliman her tim winda dikire û wiha got: "Di dîrokê de zalimê ku peykerê wî heye gelo heye? Biçin cihanê bigerin peykerên zaliman hatine rakirin, xirakirin. Dê dîrok hesabê vê yekê bipirse." Bagce got ku li çar aliyê welat bi saziyên çapemeniyê ve propagandaya faşîzmê tê kirin û wiha dirêjî da aaxftina xwe: "Bi şewitandina mirovan ve rastgirî tê gurkirin. Binê wî bi cenazeyan xwedî dikin. Li cihanê pêvajoya ku nijadperestî bi serketiye tuneye. Di sîstema ku tê gotin padişahî de her kes nabe padişah. Kesek dibe padişah. Yên mayê heba dibe. Di dema padişahiyê de hemû kes li qesrê najîn. Bi çapemeniya alîgirî, televîzyon û sektora rêzefîlman ve bahozê derdixin." 'BI ISRAR DIBÊJIM NA' Bagca got ku ew dixwaze raye bi awayeke wekhev bê parvekirin û wiha axivî: "Ez dixwazim her tax, her kolan ji aliyê piranî vê bê birêvebirin. Ez naxwazim dibistan tenê ji aliyê midûr û serokên polan ve bên rêvebirin. Ez dixwazim statuko bê belavkirin. Ji bo vê yekê jî bi israr dibêjim Na. Em ê bi parvekirinê mezin bibin û pêşvebikevin. Ji ber ku dixwazim hemû kes bi aweyeke wekhev û azad bijîn dibêjim Na." Sakip Yaşar - dîhaber