Tevî astengiyan gelê Mêrsînê diherikin mîtînga 'Na'yê 2017-04-09 13:14:09 MÊRSÎN - Gelê Mêrsînê, ji bo beşdarî mîtînga HDP’ê ya "Na" bibin, di saetên serê sibê de kom bi kom ji tax û navçeyên Mêrsînê berê xwe dan qada mîtîngê. Welatiyên ku kartbostalên Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag xwestin têxin qada mîtingê rastî astengiyê hatin. Polîsan destûr neda kartpostalên Yuksekdag têxin mîtîngê. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Tirmil mîtînga "Na" pêk tîne. Welatiyên Mêrsînê yên ji bo beşdarî mîtîngê bibin di saetên serê sibê de ji tax û navçeyên Mêrsînê meşiyan qada mîtîngê. Welatiyên herikîn qada mîtîngê û yên xwestin poster û kartpostalên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag têxin qada mitîngê rastî astengiyê polîsan hatin. Polîsan kartpostalên Yuksekdag desteser kir û destur neda ku partpostalan têxin qada mitîngê. Piştî di navbera rêveberên HDP'ê û polîsan de demekê niqaş derket, herî dawî polîsan kartpostalên Yuksekdag desteser kir. Li aliyê din ciwanekî din bi hinceta posterê Yuksekdag belav kiriye hat binçavkirin. Girseya ku bi alên HDP û Na diçin qada mîtîngê piştî di nokteyên lêgerînê re derbas dibin dikevin qada mîtîngê. Girseya ku li qada mîtîngê kom dibin li ber stran û muzîkê govendê digerînin. Ligel dorpêça polîsan herikîna qadê didome.