Mîtînga 'Na' li Mêrsînê dest pe kir 2017-04-09 14:04:54 MÊRSÎN - Mîtînga "Na" ya li qada Tirmil a Mêrsînê pêk tê bi coş û tevlêbûnek mezin dest pê kir. Girseya hatin qadê bi rengên cuda qad xemilandin û bi sloganên xwe erd û ezman dihejînin. Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) di çarçoveya xebaten "Na" ya referandumê de li Qada Tirmilê ya Mêrsînê mîtîng pêk anî. Bi hezaran kesên ji tax û navçeyên cuda yên Mêrsînê herikîn qada Tirmil a mîtîngê tevî hemû astengî û zahmetiyan hatin qada mîtîngê û beşdarî mîtîngê bûn. Bi hezaran welatiyên ku di saetên serê sibê de ji malên xwe derketin û herikîn qada Mîtîngê, bi reng û coşa xwe qada mitîngê zindî û rengîn kirin. Girseya ku kom bi kom ji tax û navçeyan hatin piştî di nokteyên lêgerînê re derbas bûn, bi çepik, silogan û lîrandinê derblasî qada mîtîngê bûn. Girsê bi cilên rengîn û alên HDP'ê yên "Na" li ser nivîsandiye qada mîtîngê bi ruh kirin û zindî kirin. Girseya ku derbasî qadê bûn li ber muzîkê govend gerand û bê navber silognan berz dikin. Li qadê alên rengîn ên "Na" li ser nivîsandiye ruh û coşek mezin dide mîtîngê. Li gel hemû astengiyan girsê posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş derbasî qada mîtîngê kirin û posterên Yuksekdag û Demîrtaş li ser milan digerînin. Li qadê bê navber siloganên "Na" tê berzkirin. Girse bê navber sloganên "Na" û "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz dikin. Mîtîngê bi rêzgirtin û silogana “Bijî Serok Apo” û “Şehit namirin” dest pê kir. Piştî koma Muzîkê ya Waweylî derket ser dikê mîtîng bi axaftinan didome.