Di grevên birçîbûnê de rewşa dawî: Divê bi lezgînî heyeta serbixwe bê avakirin 2017-04-09 14:20:00 NAVENDA NÛÇEYAN - OHP'ê têkîldarî grevên birçîbûnê yên ku gihîşt roja 54'emîn raporek amade kir. OHP'ê rewşa dawî ya girtîgehan parve kir û bal kişand li ser lezgîniya hevdîtina Wezareta Dadê ji bo daxwazên girtiyan qebûl bike û heyeteke serbixwe ya ji bijîşk û hiqûqnasan pêk tê li girtîgehan lêkolîn bike. Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) têkîldarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan girtiyan bêdem û bêdorveger dane destpêkirin û di roja 54'emîn de ye raporek amade kir. Di raporê de tê gotin ku li girtîgehan ji 15'ê Sibatê heta niha di grevên ku hatine destpêkirin de li gorî agahiyan ku girtine 171 girtiyên siyasî bêdem û bêdorveger, ji 15'ê Adarê pêve jî li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên 5 rojan hatiye destpêkirin. Di rapora OHP'ê de têkîldarî sedemên greva birçîbûnê ev hate gotin: "* Li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin * Pêkûtî, girtin, binçakirinên li ser kurd, demokrat û muxalîfan bi dawîkirin. * Li girtîgehan pêkanînên nemirovî û di dawîkirin." Di raporê de ji bo komên ku ewil destpêkirine û hatiye asta krîtîk ev dane hatin dayîn: * Li Girtîgeha T2, T3, T4 û Jinê ya Şakranê greva birçîbûnê gîhiştiye rojên 54, 47 û 40'an. Dîsa li Girtîgena Jinê ya Sîncanê jî 7 girtiyên jin 47 roj in di greva birçîbûnê de ne. * Li Girtîgeha T2 û T3 ya Şakranê 13 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li Girtîgeha T2 ya Şakranê 8 girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi 2 refakatvanê li cem xwe girtine odeyekî. * Di serî de Şakran û Sîncanê kontrolên kîlo û tansiyonê yên girtiyan ji aliyê ekîba tenduristiyê ya girtîgehê ve rojane tê kirin. Hatiye hînbûn ku ev kontrol di roja 20'emîn de dest pê kiriye. Li gorî girtîgehan vîtamînên B1, B12 (250mg), Neuvitan, Devit3, Benexol, Beneday tê dayîn. Ev vîtamîn li cureyan rojê yan jî hefteyê careke tê dayîn. Bi vî re li Girtîgeha Tarsusê vîtamîna B nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne. * Çalakgerên greva birçîbûnê xwê, şekir, çay, ava lêmonan, ava fêkiyan vedixwin. Van madeyan bi derfetên xwe ve dikirin. * Di çalakgerên greva birçîbûnê de (Bi taybetî li Şakran û Sîncanê) pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê derketine holê. Rojên 40-50 ji bo hemû girtiyan merhaleya krîtîk îfade dike. Di çalakgerên greva birçîbûnê de pirsgirêkên wekî tansiyona bilind an jî kêmbûna tansiyonê, lêdana dil, bêhalî, êşa made, êşên movikan, pirsgirêkên dîtinê, hêz windakirin, di axaftinê de zehmetî, jibîrkirin tên dîtîn. * Li Girtîgeha Şakranê gardiyan, cendirme û peywirdarên din li hemberî çalakgerên greva birçîbûnê nêzîkatiyên biçûkxistinê, rûmetşikandinê û provokasyonê nîşan didin. Li hemberî girtiyan pêkanînên psîkolojîk an jî mûameleya xirab a fîzîkî ji girtîgehên din jî tên. * Li Girtîgeha Şakranê piştî OHAL'ê aktîvîteyên civakî hatine rakirin û hê jî tuneye. Li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê jî roja ku ketine greva birçîbûnê dernaxin sohbet û aktîvîteyên qada hevpar. Di raporê de ev xal hatin ziman: "Li girtîgehên Tirkiyeyê her dem girtiyên siyasî hene û grevên birçîbûnê jî bi vî ve girêdayî tên rojevê. Ji bo ku ev yek veneguhere trajediyê û ji bo çalakgeran encamekî nebaş dernexîne holê bê çareserkirin divê rayedar nêzîkatiya diyalogê nîşan bidin. Hin daxwaz siyasî/hiqûqî ne ev jî ji ber ku çalakger hemû girtiyên siyasî ne. Ji bo ku Girtîgeha Îmraliyê ji hevdîtinên parêzer û malbatan re vebe û bi taybetî di sîstema OHAL'ê de pêkanînên kêfî û nehiqûqî bi dawî bibe ji bo dewlet û civakeke hiqûqê daxwazên rewa û hiqûqî ne. Di civakekî demokratîk de hebûna girtîgeha ku 6 sal in hiqûqnas nikarin bikevin qebûlkirin nepêkan e. Bi vî ve girêdayî li girtîgehan bi taybetî piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an binpêkirinên wekî lêgerîna tazî, lêgerîna tazî ya li hemberî malbatan, çûn û hatinên nexweşxaneyan de derb, muameleya xirab, sînorkirina pirtûkan, kêmkirina serdan û aktîvîteyan, cezayên dîsiplînê, pêkanînên nîzama leşkerî divê bi dawî bibe. Ev pêkanînên ku girtîgehan ji bo girtiyan zehmetir dike tê wateya binpêkirina qedexeya muameleya xirab. Ji ber vê yekê; * Divê ji bo daxwazên girtiyan ên hiqûqê bê qebûlkirin bi rayedarên Wezareta Dadê ve hevdîtin pê kirin û lêkolîn bi lezgînî bê kirin û çalakî bi dawî bibin. * Heyeta serbixwe ya bijîşk û hiqûqnasan li girtîgehan lêkolîn bikin û bi girtiyanv e bikevin têkîliyan. * Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî grevên birçîbûnan bihistiyar bin. Li aliyê din girtiyên ku ketine grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û girtîgeh wiha hatin rêzkirin. Dîroka Destpêkirinê Girtîgeh Hejmara Girtiyan Çend Roj in 15'ê Sibatê Şakran T2 8 54 15'ê Sibatê Şakran T3 5 54 22'ê Sibatê Şakran Jin 5 47 23'ê Sibatê Sîncan Jin 7 46 1'ê Adarê Şakran T4 8 40 8'ê Adarê Tekîrdag T1 10 33 15'ê Adarê Tarsus Jin 5 26 22'yê Adarê Şakran T4 7 19 27'ê Adarê Bolu Tîpa F 10 14 30'ê Adarê Antalya Tîpa L 5 11 1'ê Nîsanê Hatay Tîpa T 11 9 3'yê Nîsanê Sîncan Jin 9 7 4'ê Nîsanê Kepsut 6 6 4'ê Nîsanê Duzce Tîpa T 4 6 5'ê Nîsanê Menemen T2 4 5 5'ê Nîsanê Gebze Tîpa M 7 5 5'ê Nîsanê Sîlîvrî Hejmar 5 10 5 5'ê Nîsanê Bandirma T 21 5 6'ê Nîsanê Kiriklar F2 12 4 6'ê Nîsanê Şakran T2 12 4 6'ê Nîsanê Şakran Jin 2 4