Ji girtiyên Xerpêtê dixwazin di lêgerîna tazî re derbas bibin 2017-04-09 14:20:27 XERPÊT - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê zorê li girtiyan dike ku di lêgerîna tazî re derbas bibin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin rastî lêdan û tundiyê tên. Li girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê zext û zordariya li ser girtiyan zêde dibe. Rêveberiya girtîgehê zorê li girtiyan dike ku di lêgerîna tazî re derbas bibin. Girtiyên lêgerîna tazî qebûl nakin rastî lêdan û tundiya gardiyanan tên. Hat diyar kirin ku kesên di 22'ê Adarê de li Dêrsimê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tipa T a Xerpêtê di lêgerîna tazî re derbas bûn. Girtiyên lêgerîna tazî qebûl nekirin jî rastî tundiyê û lêdanê hatin. Dîsa jinên xwestin di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin jî rastî zextan hatine û cezayê dîsîplînê li wan birîne. Girtiyên bi parezerên xwe re hevditin dikin jî di bin kamerayan de hevditin dikin. Dîsa di hevdîtina parêzeran de derî vekirî tê hiştin û di bin çavdêriya gardiyan de hevdîtin tê kirin. Hat zanin ku çalakiya greva birçîbûnê bi dorveger didme.