Demîrtaş ji Enqereyê bang kir: Em ê te nekin serokdewlet! 2017-04-09 14:57:37 ENQERE - Mîtînga ku li Qada Kolejê ya Enqereyê hêzên demokrasiyê yên piştî çend mehan hatin cem hev bi guhdarkirina axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a "Em ê te nekin serokdewlet" ve dest pê kir. Li Enqereyê hêzên, çepgir, sosyalîst û demokrasiyê piştî 10'ê Cotmeha 2015'an yekem car li Qada Kolejê di mîtînga "Na" de hatin cem hev. Piştî qatlîamê gelek mîtîng û bername bi hinceta "ewlehiyê" ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatibû qedexekirin. Lê di çarçoveya xebatên referandumê de bi hezaran kes bi pêşengiya HDP'ê bi slogana "Na em aştiyê qezenc bikin" herikîn mîtînga li Qada Kolejê. LI NOQTEYA LÊGERÎNÊ CIHAZA X-RAY 4 riyên ku derdikeve qada mîtîngê bi barîkatên polîsan ve hatin girtin, tenê di noqteyeke de ji bo qadê destur hat dayîn. Li cadeya Ziya Gokalpê cara yekem cihaza X-rayê hat danîn bi vî rengî lêgerîn hat kirin. Jibilî vê jî polîsan lêgerîn kirin. Peywirdarên HDP'ê jî lêgerîn kirin. POSTERÊN YUKSEKDAG HATIN KOMKIRIN Di dema lêgerînan de polîsan posterên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hatin komkirin. Qad bi alên "Na" û yên HDP'ê hatin qemilandin. Li platformê jî pankartên "Me hevserokatî bi dest xist ji yek serokatiyê re rê nîne" "Li dijî dîktayê gel dibêjin Na" hatin daliqandin. DEMÎRTAŞ BANG KIR: EM Ê TE NEKIN SEROKDEWLET Mîtîngê bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê di komcivîna dawî ya Meclîsê de kiribû ya "Em ê te nekin serokdewlet" ve dest pê kir. Gotinên Demîrtaş ên "Recep Tayyîp Erdogan heta HDP hebe em ê te nekin serokdewlet" bi çepikan hat pêşwazîkirin.