Baydemîr: Ev paketa dijminatiya kurdan e 2017-04-09 15:46:31 MÊRSÎN - Parlamenterê HDP'ê Osman Bademîr ê di mîtînga Mêrsînê de axivî got ku gelê kurd dê biçe ser sandoqan û dengê "Na" bi kar bîne û wiha axivî: "Ev paketa faşîzmê ye. Ev paketa dijminatiya kurdan e." Di mîtînga "Na" ya li Mêrsînê bi beşdariya hezaran kesan pêk hat. Di mîtînga ku coşeke mezin hebû de zarokan wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê dan welatiyên hatin mîtîngê û gotina "Bila serokê me DEmîrtaş bê berdan" bi kar anîn. LI QADÊ DIRÛŞMÊN JI BO OCALAN OLAN DA Piştî koma Waweylî derket ser dikê û stranên xwe got, govet hate gerandin. Piştre Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Hatîce Şahîn gel sliav kir. Endama MP a HDP'ê Asiye Kolçak jî diyar kir ku ilgel hemû astengiyan, girtinan gel li qadan "Na" diqêrin. Kolçak got ku ew ê bi berxwedanê bi ser kevin. Li qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo" qet kêm nebû. Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogullari jî diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê li welat pêkûtî tê kirin û bi pêkûtiyê welat tê birêvebirin. Hatîmogullari got ku ew ê teqez bi ser kevin. Piştî Hatîmogullari jî parlamenterê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat axivî û diyar kir ku AKP a ku 15 sal in cihana xeyalan ava kir niha ew bixwe jî bi derewên xwe bawer dike û gotina "Gelê kurd dê we ji bîr neke" bi kar anî. 'NÎŞANEYA ME YA SERKEFTINÊ YE' Firat ê gotina "Yên ku dengên kurdan winda bikin dê îktidarê winda bikin. Lê bi vî bawer nekirin" bi kar anî diyar kir ku mînaka vê hilbijartinên 7'ê Hezîranê ye. Firat got ku dîktatorî li vî welatî nabe wiha axivî: "Ma pêkan e em ji vî yekê re bibêjin Erê. Na. Ji ber vê yekê ez ê bibêjim Na. SErokomar nîşaneya Rabîayê dike. Dİ mede 2 tişt heye. Yek demokrasî ya duyemîn azadî. Ev jî nîşaneya serkeftinê ye. Ev jênegera me ye. Hemû bihevre bibêjin Na." 'LI DIJÎ QATLÎAMAN NA' Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî de ye û dê pêşeroja Tirkiyeyê bê dengdan. Koçyîgît bal kişand li ser qatlîamên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê û got ku AKP'ê li dijî têkoşîna gelê kurd şer vekiriye. Koçyîgît xwest li dijî faşîzmê, qatlîaman hemû kes bibêjin Na. Koçyîgît ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan banga piştevaniyê kir û wiha got: "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Em ê ji bo zindanan bibêjin Na. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê em ê bibêjin Na." 'GELÊ KURD DÊ BIBÊJE NA' Piştre Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr got ku ew ê "Na"yê xurt bikin di 16'ê Nîsanê de jî di sandoqan de vê yekê nîşan bidin. Baydemîr anî ziman ku 16'ê Nîsanê pirsgirêka partiyan nîne pirsgirêka hemû civakê ye. dê pêşeroja civak û zarokan bêdengdan. Baydemîr li hemberî anketa şîrketekî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku tê gotin gelê kurd dibêje erê, lê di 16'ê Nîsanê de gelê kurd bersivê bide vî şîrketa anketê. Baydemîr got ku gelê kurd dê ji faşîzmê û qatlîaman re bibêje "Na". Baydem^ri bal kişand li ser strana HDP'ê ya "Na" jî û diyar kir ku AKP'î diaxivin û rûpoşên wan dikeve. Baydemîr wiha got: "Ev paket paketa faşîzmê ye. Ev paketa dijminatiya kurdan e."