Helbestvan Cezmî Ersoz: Hişmendiya 12'ê Îlonê li girtîgehan didome 2017-04-10 09:04:50 ÎZMÎR - Nivîskar û helbestvan Cezmî Ersoz, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê, diyar kir ku niha pêkanînên li girtîgehan pêş dikevin ji pêkanînên 12'ê Îlonê ne kêmtir in û wiha got: "Ez hêvî dikim ku kes jiyana xwe ji dest nede. Piştî rojiya mirinê di operasyonên vegera jiyanê de nêzî 150 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 500 mirov seqet man. Beriya ku vê carê kes jiyana xwe ji dest bidin bila daxwazên wan pêk bên. Girtiyên siyasî yên PKK'ê û PAJK'ê bi armanca Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe, zext û zordariya li ser girtiyan bi dawî bibe û operasyonên leşkerî û siyasî yên li ser gelê kurd û gundên herêmê pêş dikeve bi dnawî bibe 55 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Girtî bi biryarin heta daxwazça wan pêk bê çalakiya xwe berdewan bikin. Têkildarî çalakiya girtiyan Helbestvan û nivîskar Cezmi Ersoz, bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha got: "Divê li girtîehan bêyî mirov jiyana xwe ji dest bidin daxwazên wan bên bersivandin. Divê bi lezgîn ji bo daxwazên wan gav bên avêtin. Li Tirkiye OHAL hatiye îlankirin û di nava şertên Rewşa Awarte de Tirkiye tê revebirin. Di demên dawî de bi hinceta darbeyê mirovên ku aştî, demokrasî û maefên mirovan dixwazin rastî hemû pêkanînên xerab hatin. Di serdema "Operasyonên vegera jiyanê" de ez rojnameger bûm. Hemû Tirkiye encama vê operasyonê zane. Pêvajoyek pir giran bû. Li gelek girtîgehan girtî hatin kuştin. Niha jî em rewşek wekî wê demê dubare dijîn." BILA VÊ CARÊ KES NEMIRE Ersoz, xwest vê carê daxwazên girtiyan pêk bên û ji girtîgehan cenaze dernekeve û wiha berdewam kir: "Ez hêvî dikin vê carê kes jiyana xwe ji dest nede. Di serdema "Operasyonên Vegera Jiyanê" de nêzî 150 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 500 mirov birîndar bûn. Bila vê carê kes jiyana xwe ji dest nede. Niha pêkanînên li Girtîgeha Şakranê pêk tên ji pêkanînên serdema 12'ê Îlonê ne kêmtir e. Midûrê Girtîgeha Şakranê ji girtiyên di çalakiyê de re got 'Em Esat Oktay esas digirin' Ev yek nayê qebûlkirin. Esat Oktay fermandarê darbeya 12'ê Îlonê û girtîgeha Amedê ye. Wekî fermandarê îşkenceya zalim tê zanîn. Ev jî nîşan dide ku zilm û hişmendiya darbeya 12'ê Îlonê hêj zindî ye û dubare dijî. Dibe ku kes hatibin guhertin. Lê hişmendî û feraset nehatiye guhertin. Hişmendî û pêkanîn nehatiye guhertin. Tu sûcê van mirovên girtî tune ye. Hemû mafê wan ê mirovan hatiye binpêkirin." Ersoz, bal kişand ser referandumê jî û destnîşan kir ku ew bawer dikin ku di 17'ê Nîsanê de dengê "Na" bi ser bikeve. Sakip Yaşar - dîhaber