Standên 'Na'yê li Wanê rastî eleqeyek mezin tên 2017-04-10 09:05:21 WAN - Ji referanduma 16'ê Nîsanê re 6 roj man. Bi nêzîkbûna referandumê re xebatên “Na" û dengê "Na" jî zêde dibe. Li Wanê jî stantên "Na" ku li klanan hatine vekirin rastî eleqeyek mezin tê û bi coş derbas dibe. Hevserokê Şaxa Egîtim Sena Wanê Bedri Yamaç, anî ziman ku kedkarên perwerdehî û tenduristiyê bi KHK'ê hatin îxrackirin û ji ber vê yekê gel dê bêjin "Na" Ji bo referanduma 16'ê Nisanê 6 roj man. Bi nêzîkbûna referandumê re xebatên eniya "Na" jî li bajar, navçe û gundan bi coşek zêde berdewam dike. Li bajarên herêmê di pêşengiya KCD, HDP, DBP, saziyên sivîl ên demokratîk de xebatên "Na" gund bi gund, kolan bi kolan û derî bi derî tên meşandin. Li bajarên Tirkiye jî xebatên "Na" di pêşengiya HDK, HDP û saziyên demokratîk de tê meşandin. Li Wanê jî xebatên referandumê yên "Na" di pêşengiya KCD, HDP, DBP KESK, DÎSK, TMMOB'ê de kolan bi kolan derî bi derî didome. Li gelek kolan û qadên bajar û navçeyan jî stand hatin vekirin. Stantên hatin vekirin rastî eleqeyek mezin tên. Li ser stantan pankart û dowîzên bi zimanê kurdî, tirkî û zaravayên kurdî "Na" hatiye nivisandin. Dîsa stranên bi gelek zimanî tên strîn. Stant rastî coş û eleqeyek mezin tê. Rêxistina HDP'ê li kolana Hunerê, Parka Feqiye Teyran, AVM yên Wanê Stantên "Na" vekiriye. Li ser standan niqaş tên meşadin û belavok û broşurên "çima na" li ser hatiye nivîsandin li welatiyan tên belavkirin. Stant rastî kelecan û çoşek mezin tên. Jin, zarok, kal û pîr eleqeyek mezin nîşanî standan didin. Disa li gel stanten hatine vekirin Platforma Ji bo Demokrasiyê Yekîtî hatiye avakirin. Platforma ji nûnerên KESK, DÎSK; TMMOB û ÎHD'ê pêk tê, li nava Wanê û navçeyên Wanê digere û xeatên "Na" dimeşîne. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Wanê Bedri Yamaç anî ziman ku xebatên wan li Wanê bi ziyareta saziyan, esnafan berdewam dike. Yamaç, anî ziman ku nûnerên platformê broşurên "Na" belav dike û bi berdilkên "Na" li ser hatiye nivîsandin xebaten "Na" dimeşîne. Yamaç, anî ziman ku bi xebata referandumê astengiyên OHAL'ê li pêş xwe rakirine û xwe digînin her kesî û sedema "Na" ji her kesî re vedibêjin. Yamaç, anî ziman ku kedkarên perwerdehî û tenduristiyê bi KHK'ê hatin îxrackirin û ji ber vê yekê gel dê bêjin "Na"